Rewşa endama rêveberiya DBP’ê Demîr ber bi başiyê ve diçe

Rewşa endama rêveberiya DBP’ê Demîr ber bi başiyê ve diçe

Rewşa endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Semra Demîr ku di encama êrîşa polîs û leşkerên Tirk a li dijî berxwedana nobetê ya li ser sînorê Kobanê de bi giranî birîndar bû, ber bi başiyê ve diçe. Hate diyarkirin ku wê sibe Demîr ji beşa giran a nexweşxaneyê were derxistin.

Hefteya buhrî polîs û leşkerên Tirk êrîşî berxwedana nobetê ya li ser sînorê  Pirsûs û Kobanê kirin û di encamê de endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Semra Demir birîndar bû.

Leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel a li gundê Mehserê yê Pirsûsa Rihayê kiribûn û Demîr kiribûn hedef. Demîr a ku bi qapsûla bombeya gazê bi giranî birîndar bibû, ji roja Çarşemê ve di beşa giran a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akif Inan a Rihayê de tê ragirtin. Hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya Semra Demîr ber bi başiyê ve diçe û wê sibê ji beşa giran a nexweşxaneyê bê