Rewşa 5 girtiyê ku li Gebzeyê di greva birçîbûnê de girran bû

Rewşa 5 girtiyê ku ji 16'ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Gebzeyê di greva birçîbûnê de, giran bû.

Meltem Oktay, nûçegihana DÎHA'yê ya ku hatî girtin, li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Gebzeyê ya Jinan derbarê grevên birçîbûnê agahî da. Oktay a ku bi malbata xwe re bi telefonê axivî, got rewşa Hacer Halîl Yusiv, Ruhşan Bozan, Ozlem Ozdemîr, Ayten Gulsum, Ozlem Soyler, ku ji 16'ê Kanûnê ve ketine greva birçîbûnê, giran bûye.

Oktya têkilî rewşa tendiristiyê ya çalakgeran ev agahî dan: ''Çalakgerên koma pêşî 8-10 kîloyan li xwe kêm kirine. Tansiyona û rajena wan pir kêm e. Serêşiyên giran, arincên masûlke û movikan li wan peyda bûye. Dilxelînî bi wan re ye, germa laşê wan zêde dibe, bêhal dibin û li bara deng û bêhnê pir hesas bûne. Çalakger dema ku dimeşin hevsenga wan xira dibe. Her wiha zimanê wan li wan giran bûye.''

Oktay got doktorê girtîgehê heftiyê 2 caran tê kontrolê û domand, ''Doktorê ku tê tim dixwaze wan bibe nexweşxanê. Çalakger jî dibêjin ew ê neçin nexweşanê û mudaheleyê qebûl nekin.'' Oktay her wiha got av, şekir, xwê û lîmonê bi zanebûn kêm didin çalakgeran.

Oktay diyar kir ji 1'ê Adarê ve 31 girtî di greva birçîbûnê de ne.

Oktay her wiha got rojnameya Yenî Yaşamê ji 1'ê Adarê ve bi hinceta ku wê 'moralê bide' nema didine wan.