REJAK: Li dijî êrîşan em xwe birêxistin bikin

REJAK: Li dijî êrîşan em xwe birêxistin bikin

Jinên li Şengalê bi munasebeta 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan hatin cem hev, banga rêxistinbûyînê li jinan kirin.

Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê, Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (REJAK), Tevgera Demokratîk û Azad a Êzidiyan(TEVDA) û aktîvîstên jin, li 21'ê Mijdarê de li gundê Gohbel ê Şengalê civînek lidar xistin. 

Endama REJAK'ê Peyman Cîhat di axaftina xwe ya li civînê de bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û bang rêxistinbûyînê li jina kir. 

Cîhat diyar ku ji ber li Kurdisatnê bi her awayî li dijî jinê tundî tê kirin, li ti qadê jin bi zilamn re wekhev nayê dîtin, her roj bûyerên qetilkirin û xwekuştinê yên jinan, rû didin.

Cîhat got, “Ev zilma ku li dijî jinan tê meşandin ne qedera jinane. Zilam bi gelek şêwazan dixwaze tundiyê li jinan bike. Pêwîste jin li dijî vê tundiyê xwe birêxistin bikin. Hêza xwe encax birêxistin derxînê holê û dikare bi vî rengî pêşî li tundiyê bigire.

Endama REJAK’ê Peyman Cîhat di axaftina xwe de anî ziman ku wê wekî REJAK li dijî şîddeta li hemberî jinê tekoşîna xwe bêhtir bi hêzbikin û li her qadê bi rêxistinkirinê wê hêza jinê derxin holê û bi wî şeklî di nava jiyanê de wê jinê bidin nişandan ku ka jin çawa çavkaniya jiyanê ye. 

Cîhat da zanîn ku di nava civaka Êzîdiyan de bi gelek rêbazên cuda li ser jinê hîn sînorkirin û tundî dewam dike. Cîhat destnîşan kir ku jinên Êzidî encax bi rêxistinbûyînê dikarin xwe ji van pêkanînan rizgar bikin.

Jinên Êzîdî ku tevlî civînê bûn bal kişandin ser zewicandina keçan di temenê biçûk de, neşandina zarokên keç bo dibistanê û gotin, "ji ber wê jî di nava civaka Êzidî de xwekuştin û qetilkirina jinan rû didin."
Di axaftinên li civînê de jinan gotin pêwîste peyviste hemû jin li keçê ciwan xwedî derkevin û mafên xwe biparêzên û ji şîddeta baviksalarî rê bêjin bese.