'Rêhevala Avaşîn êşa gelên bindest ji kûrahî ve hîs dikir'
Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP'ê ji bo Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Roajva jiyana xwe ji dest da peyamek weşand.
Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP'ê ji bo Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Roajva jiyana xwe ji dest da peyamek weşand.
Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP'ê, di peyama xwe ya ji bo şervana enternasyonalîst Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da de got, "Enternasyonalîstek bû ku gava jinên Êzidî hatin qetilkirin digot Êzidî me, dema baweriya Elewiyan rastî êrîşê dihat digot Elewî me û dema gelê Kurd dibû mijara gotinê digot 'Ez ji Mêrdînê me, Kurd'im."
Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP'ê ji bo Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Roajva jiyana xwe ji dest da peyamek weşand.
Di peyamê de ji bo Hoffman hat gton, "Di temenê xwe yê ciwantiyê de êşa gelên bindest ji kûrahî ve hîs kir û tevlî têkoşînê bûn. Zîrekî, temenê xwe yê ciwan, ken û vîna xwe ya guhertinê, ji bo pêwîstiyên têkoşînê weqif kir. Banga partiya xwe, banga gel û jinên Kurd û banga dilê xwe bihîst, bi vî rengî biryar da ji bo azadiya Rojava şer bike. Rêhevala Ivanna ku êşa gelê Kurd weke êşa xwe dît, xwedî armancek zela bû; wê di destpêkê de perwerdeya leşkerî bidîta, dûre ji bo parastina Şoreşa Rojava li çeperên şer li refên herî pêş şer bikira."
Di peyamê de hat ragihand ku Hoffmann xwe ji jiyaneke rehet vedigirt û ev xal hat destnîşankirin:
'HER TIM RÊHEVALÊN XWE KÊFXWEŞ DIKIR'
Li gel rêhevala Avaşîn, ku jina asî ya welatê Togo yê parzemîna Afrîkayê bû, di çavên wê her tim dikeniya de, hesreta cîhaneke bê çîn û bê sînor hebû. Rêhevala Avaşîn Têkoşîn Guneş ji bo cîhaneke bê çîn û dûrî talanê, parzemîn li dû xwe hişt û herikî Rojava. Enternasyonalîstek bû ku gava jinên Êzidî hatin qetilkirin digot Êzidî me, dema baweriya Elewiyan rastî êrîşê dihat digot Elewî me û dema gelê Kurd dibû mijara gotinê digot 'Ez ji Mêrdînê me, Kurd'im.
Rêhevala me, ku nakokiya zayendî û nakokiya çînî di temenê xwe yê ciwantiyê de fêm kir, li dijî nêzîkatiyên heteroseksît ên sîstema ku mafê jiyanê yê takekesên LGBTÎ jî nas nake, têdikoşiya. Çêker û bangdara ciwan a şoreşa jinê bû.
(...)
Jineke komunîst a ciwan bû ku dizanîbû azadiya jinê bi rêhevaltiya jinê dibe, lewma girîngî dida dostaniya kûr a bi rêhevalên xwe yên jinê re. Bi pratîka xwe ya jiyanê nîşan da ku hînbûn cihê kêfxweşiyê ye, di her kêliyê de hîn dibû. Her tim rêhevalên xwe kefxweş dikir û bi hestyarî û lêgerîna xwe ya edaleta komunîst re, mînakek bû."