Rê li ber zewicandina zarokan vedike

Parlamentera Mûşê ya HEDEP'ê Sumeyye Boz got, hukmê 'li gorî rewşa herêma pêwendîdar wê biryar bê dayin' a têkildarî diyarkirina temen ku di guhertina Fonê Ciwan û Malbatê de hate kirin, wê pêşî li zewicandina zarokan veke.

Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz anî ziman ku Qanûna li ser Avakirina Fona Ciwan û Malbatê ji aliyê pênaseya malbatê ve xwedî gelek pirsgirêkên vegotin û bingehîn e û diyar kir ku mejiyê AKP'ê yê dîzaynkirina civakê nîşan dide.

Pêşniyara li ser Qanûna Têkildarî Avakirina Fona Ciwan û Malbatê li Meclîsê hate qebûlkirin. Li gorî qanûnê Fona Ciwan û Malbatê ya ser bi Wezareta Maliye û Xezîneyê wê bê avakirin. Fona ku bi gotina 'Ji bo kesên bizewicin wê 150 hezar TL krediya bêfaîz bê dayin' pêşkêşî raya giştî hate kirin, ji ber ku pênaseya malbatê li gorî taybetmendiyên çandî yên herêman sînorê temen diyar dike, dikare bibe sedema teşwîqkirina zewicandina zarokan, berpirsyarên tundiya li jinê bêceza bihêle.

Parlamentera Mûşê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Sumeyye Boz li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku pêşniyar beriya bikeve rojeva civata giştî di hevdîtinên li ser budçeyê de ji aliyê wekîlên AKP'ê ve hate bilêvkirin, ji nîqaşên destpêkê yên li Komîsyona Plan û Budçeyê û pê ve li ser gelek xalên pêşniyarê îtirazên cuda kirin. Boz anî ziman ku qanûn ji aliyê pênase û vegotinê ve xwedî gelek pirsgirêkan e û nîşaneya mejiyê AKP'ê yê ji bo dîzaynkirina civakê ye.

NE DIYAR E KU FON XIZMETÊ JI ÇI RE BIKE

Boz anî ziman ku bi qanûna nû re malbat bi rengê ku xizmetê ji desthilatdariyê re bike tê dîzaynkirin û got, "Fon bi gotina 'ji bo xurtkirina malbatê û bernameyên pêşvebirina wê dike armanca xwe' hatiye pênasekirin. Pirsgirêk bi pênasekirinê destpê dike. Pênaseya malbatê ya di qanûnê de bi giştî bi pirsgirêk e. Di rewşeke bi vî rengî de ku pêşî li tundiya li nava malbatê nehatiye girtin, her wiha bi polîtîkayên bêcezahiştinê re hêz ji vê yekê re tê dayin, eşkere ye ku bi foneke bi vî rengî wê malbat neyê xurtkirin." Boz diyar kir ku di vê pêvajoya ber bi hilbijartinên xwecihî de ne diyar e ku fon xizmetê ji çi re bike.

RÎSKEKE GELEKÎ MEZIN HEYE

Sumeyye Boz bi bîr xist ku hatiye îdîakirin, fon ji bo piştgiriya madî ya ji bo ciwanên 18-28 salî yên dixwazin bizewicin hatiye amadekirin û bal kişand ser gotina 'diyarkirina temen wê li gorî rewşa herêma pêwendîdar be' ya di fon de hatiye bicihkirin. Boz diyar kir ku bi vê pênaseyê wê rê li ber zewicandina zarokan bê vekirin û dema ku fikarên xwe anî ziman, wekîlên AKP'yî ew bi 'nêta nebaş' tawanbar kirine. Boz got, kesên ku bixwazin ji fon sûdê werbigirin dibe ku zarokan bi kar bînin, bi vî rengî zewicandina zarokan zêde bibe û got, "Nabe ku mejiyê paşverû yê dewletê bi qanûnan bê xurtkirin. Ji bo sûdê ji vê fonê werbigirin wê îstîsmarkar bikevin nava hewldanan. Rîskeke gelekî mezin heye."