'Rastiya berxwedana zindana Amedê îro di kesayeta Leyla Guven de didome'

Endama Komîteya Navendî a PKK’ê Dilzar Dîlok di Bernameha Rojeva Rinê de axivî û gotİ "Dijminê me baş dizane ku gel çiqasî bi rêbertiyê ve hatiye girêdan, ji lewra di kesayeta Rêberê me de vîna gelê me tecrîd dikin."

Endama Komîteya Navendî a PKK’ê Dilzar Dîlok bû mêvana Bernameya Rojeva Jinê û bersiv da pirsên Rojnemevan Arjîn Baysel. Dîlok di bernameyê de berferehî qala berxwedaniya li Imralî û çalakiya gireva birçîbûn kir, a ku bi pêşengiya Leyla Guven destpê kirirye û got ,‘Leyla Guven xeta rastî û vîna jina azade.’

Endama Komîteya Navendî a PKK’ê Dilzar Dîlok di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û wiha got: “Tecrîda  li Imraliyê di kesayetiya rêbertiya me de li ser tevahî civak û mirovahiyê tê kirin. Em dibînin ku bi girankirina tecrîdê re zilm û zordestiya dijmin li ser gelê me zêdetir bûye, û yên herî zêde para xwe ji van êrîsan digirin jin in. Dijminê me pir dizane ku civak çiqas bi rêbertî ve hatiye girêdan ji lewra ewqas tecrîdê li ser rêbertiya me giran dikin. Ji ber ku eger tecrîd were şikandin wê faşîzim jî têk biçe, li ser wî bingehî me hemleya 'Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê Têk bibe û Kurdistanê Azad bike', dest pê kir.”

'LEYLA, FÎGEN Û SELMA SEMBOLA JINA BERXWEDÊR IN'

Dîlok di berdewamiya axaftina xwe de got ku Leyla Guven bi berxwedanî û vîna xwe a azad xwe da nasîn û wiha pê de çû: “Pêwîst nake ku em Leyla Guven bi kesî bidine nasîn, jixwe Leyla Guven bi berxwedaniya xwe xwe da naskirin. Çawa berxwedanî û rola hevala Leyla di berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê û Efrînê de diyar bû, îro jî bi berxwedanî û fedekariyek pir mezin di zindana Amedê de xeta Mezlûm û Kemalan didomîne. Çawa ku şehîdê me yê nemir Kemal Pîr dibêje ‘Em hev nebînin jî, em hev hîs dikin û heman tiştî dibêjin û pêk tînin’. Îro jî mirov vê rastiyê cardin li Zindana Amedê û di kesayetiya Leyla Guven de dibîne. Em tev dîroka berxwedaniya Zindana Amedê dizanin ku rolek çawa lîst, îro jî Leyla Guven bi berxwedaniya xwe bû berdewamiya wê vîna ji pola. Bêguman di van çalakiyan de rola û berxwedaniya jinê pir li pêş û diyar bû, em jî  Tevgera Jinê vê berxwedaniya wan destek û pîroz dikin. hevalên me yên jin Leyla, Fîgen û Selma bi berxwedan û çalakiya xwe bûne sembola jina berxwedêr û çalakvan.”

'DIVÊ HERÎ ZÊDE GELÊ ME YÊ AMED Û COLEMERGÊ XWEDÎ LI ÇALAKIYAN DERKEVIN'

Dîlok da zanîn ku rola malbatên girtiyan pir girîng e û pêwîst e ku çalakî û dengê wan vê berxwedaniyê hîn bihêztir bike: “Di vê berxwedaniyê de rola malbatên girtiyan pir girîng e û pêwîst e ku malbatên me bi çalakî û berxwedaniya xwe dengê zarokê xwe hîn bilintir bikin û çalakiyên wan bihêztir bikin. Pêwîst e herî zêde yên xwedî li vê çalakiyê derbikevin gelê me yên Amed û Colemergê bin. Çawa ku em dizanin bilindkirina dengê xwe û xurtkirina çalakiyên xwe  çavên dijminê me hîn zêdetir ditirsîne, pêwîst e ku bi wî rengî em hîn bihêztir xwedî li çalekger û daxwazên wan xwedî derkevin.”

'ZANEBÛNA GELÊ ME BI ROLEKE DÎROKÎ RABÛ Û PLANÊN DIJMIN PÛÇ KIR'

Dîlok di dawiya axaftina xwe di destnîşankir ku dewleta Tirk bi rengekî çetewarî xwest berxwedaniya çalekgeran û berxwedaniyê bêdeng bike: “Dewleta Tirk bi rengekî çetewarî xwest ku bi hevdîtina Memed Ocalan bi rêbertî re berxwedan û çalakiyên gelê me bêdeng bike. Berxwedêran bi xurtkirina çalakiyan bersivek bi vî rengî dane dagirkeran, ‘Tu nikarî bi rengekî hestiyarî vîna me bidest bixî û dawî li çalakiyên me bînî’ û bi geşkirina çalakiyan dane diyar kirin ku heya hevdîtinek fermî bi rêbertî re neyê çêkirin û dawî li tecrîdê neyê helwesta me diyar e û em ê çalakiyên xwe hîn bihêztir bikin. Zanebûna gelê me a dîrokî êrîş û lîstokên dijmin tev pûç kirin.''