Raportorên Neteweyên Yekbûyî: Divê Tirkiye vê rewşê berovajî bike!

Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di derbarê vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê de nêrînên xwe ji Konseya Dewletê re ragihandin.

Nêrîna ku di 20’ê Tebaxê de pêşkêşî Konseya Dewletê hat kirin, îmzeya raportorên sê saziyên Neteweyên Yekbûyî li binê wê ye: Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo şîdeta li dijî jin û keçan, Reem Alsalem, Seroka Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Cudakariya li dijî Jin û Keçan Melîssa Ûpretî û Seroka Komîteya Rakirina Cudakariya Li Dijî Jinan a Neteweyên Yekbûyî (Komîteya CEDAW) Gladys Acosta Vargas.

Di nêrînê de ji ber şîroveyên bi zanebûn ên xelet wekî ku bi nirxên civakî û malbatî yên Peymanê re nagunce, hate rexne kirin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî dibêjin: “Van koman bi zanebûn û bi xeletî ji bo têgînên 'zayenda civakî' û 'şîdeta li ser bingeha zayendî' şîrove kirine. Peyman, pênaseyên ku ji bo van têgînên têkildarê şîdeta li dijî jinan ku di peymanên din ên navneteweyî û belgeyên mafên mirovan de di asta navnetewî de hatine pejirandin dişopîne.”

Raportoran jî bertek nîşan dan ku vekişîna ji peymanê cesaretê dide sûcdaran.

Raportorê taybet bo şîdeta li dijî jin û keçan bi van gotinan ev hişyarî da: “Endamên cîbicîkirina qanûnan û dadwerî yên xwediyê pêşdaraziya li ser bingehê zayenda civakî ne, ji ber ku ew meyla wan vekolîn û dadgehkirina kiryarên şîdetê û gefên şîdetê ya li dijî jin û keçan rewa dike, êdî li ser vekişîna ji Peymannameyê hesab dikin. Ji ber ku zagona hejmar 6284 li ser bingeha Peymana Stenbolê ye, ligel vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê, ev yek dikare bibe sedema astên metirsîdar ên bêcezakirina tundiya li ser bingeha zayendî.”

Raportoran her wiha gotin, “Li Tirkiyeyê şîdeta li dijî jin û keçan bi şeklên cidî û piralî dewam dike” û gelek mînak rêz kirin.

Raportoran destnîşan kirin ku vekişîna ji Peymana Stenbolê di heman demê de cîbicîkirina CEDAW û pêkanîna Peymana Konseya Ewropayê ya Parastina Zarokan a li Dijî Mêtingeriyê û Îstîsmara Zayendî (Peymana Lanzarote) tehdîd dike.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî bang li Tirkiyeyê kirin ku ji xeletiyê bizivire û gotin, “Ne dereng e ku Tirkiye rewşê berovahî bike û di aliyê rast ê dîrokê de cih bigire.”

Raportorê Taybet ê Şîdeta li Dijî Jin û Keçan li ser rewşa Tirkiyeyê ev nirxandin kir: “Tirkiye di dîroka xwe de ji gelek aliyan ve di xaçerêyek girîng de ye. Dikare yan bi zanebûn û bi qestî parastina destketiyên ku di pêşxistina mafên jinan û keçan de hatine bidestxistin hilbijêre, yan jî di vê pêşketina girîng de gavekê paşde bavêje û rîska hiştina jin û keçan li paş bigire ser xwe. Em bang li Konseya Dewletê dikin ku biryara dadgeha asliye ya ku biryara Serokomariyê pejirandibû betal bike û rê li ber Tirkiyeyê ku wek welatekî îmzekar e di zûtirîn demê de vegere Peymana Stenbolê.”