Qûrbanên kezabê naxwazin belgewariya Oscarî bê weşandin

Qûrbanên kezabê naxwazin belgewariya Oscarî bê weşandin

Belgewariya bi navê “Saving Face” (Rizgarkirina Rû) a xelata Oscarê qezenç kir û çîrokên jinên Pakîstanî yên li rastî êrîşên bi kezabê tên, li Pakîstanê neket vîzyonê. Ji ber wê jî doz hat vekirin. Tişta balkêş ew e ku jinên di vê belgewariyê de cih girtine, bi xwe doz vekirin.

“Saving Face” di gelek aliyan de di qada navneteweyî de destpêkek bû. Ev belgewariya ku cara yekemîn li ser jinên Pakîstanî yên ku li rastî êrîşên bi kezabê tên hatibû çêkirin, li gelek welatên cîhanê derket pêşberê temaşevanan. Her wiha, hêjayê xelata Oscarê jî hat dîtin.

Lê ji bo ev belgewarî li Pakîstanê neyê nîşandan, beriya her kesê jinên ku bûne qûrbanê êrîşa kezabê û çîroka wan di film de vetêgotin, zend û bendan badan. Jinên mexdur dibêjin ku ger ev belgewarî were weşandin, dê ew ji nava civakê bêne qewirandin û dê jiyana wan bikeve metirsiyê.

Lê ji çêkerên filman Şermîn Ubeyd Çînoy û Daneil Jude diyar kirin ku wana û van jinan li hev kiriye ku ev belgewarî bi temamî were weşandin û ji bo vê yekê peyman hatiye îmzekirin.

Ev belgewarî jiyana jinên li rastî êrîşên kezabê hatine. Zekiye û Rûksana. Rûyê wan ji ber kezabê derforme bûye û bijîşk Muhemed Cewad hewl dide rûyê wan rêkûpêk bike.

Ji jinên di belgefilmê de cih girtine Necla Ferhat a 22 salî ji Ajansa Nûçeyan a Frenseyê (AFP) re axivî û diyar kir ku dema wana dest bi vê projeyê kirin, nedizanîn ku dê ewqas li cîhanê deng vede û populer bibe. Necla Ferhat diyar kir ku ew bi tu awayî destûr nadin ku ev belgewarî li Pakîstanê were weşandin, ji ber ku dê jiyana wan di nava malbat û civakê de bikeve metirsiyê.