QSD’ê Mutesim ê ji pêkhateya Durzî radestî malbata wî kir

Mutesim ê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve zêdeyî 4 salan e hatibû revandin ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin û radestî malbata wî hate kirin.

Mutesim ji gundê Xelxele yê girêdayî bajarê Elsiwêda û ji pêkhateyên Druziyan e. Şeref beriya 4 salan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû revandin û di temenê xwe yê 14 saliyê de neçar dimîne di nava DAÎŞ’ê de bi navê Abû Muslim Elşamî biçe ser ola Îslamiyan.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bajarokê Baxozê rizgar kir û dawî li hebûna DAÎŞ’ê ya li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî, Mutesim Cîhad Şeref xwe radestî QSD’ê kir. Mutesim bi rêya QSD’ê têkilî bi malbata xwe re danî û piştre bavê wî ji bo wergirtina kurê xwe hate bajarê Hesekê.

‘BI ZORÊ KIRIM MISILMAN’

Mutesim têkildarî revandin, bi darê zorê ketina li ser ola Îslamî û biryara xwe radestkirina QSD’ê wiha got; “ Di destpêka sala 2015’an de ez li herêmeke bi nave Lecai li kimî û kivarkan digeriyam , sê kes erîşî min kirin. Tifingê xwe xistim serê min û ez bi xwe re birim. Em çûn gundek girêdayî navçeya Hoş Hemad û li wir bi min re lêkolîn kirin û zext li min kirin ku ez agahiyan ji rêjîmê re dişînim. Li min dan , ji çongê bi kêrê birîndar kirim.

Piştî ku du heftiyan li navçeya Hoş Hemad xistim zindanê , ez birim herêma Bîr Qeseb a girêdayî Same ye û li wir ez mehek û nîv mam. Êşkence û li min dan. Ji min xwestin ku ez bibim Misilman. Piştî ku ez bi darê zorê bûm Misliman, li ser destê Abû Ebdulrehman û pê ve rêbazên wan baş bûn û êdî li min nedan.”

‘PIŞTÎ DIBIM MISILMAN JÎ, GIRTIM Û ÊŞKENCE LI MIN DIKIN’

Mutesim diyar kir ku piştî ku bûye misilman êşkenceya çeteyên DAÎŞ’ê lê dikir bidawî bû. Lê piştre 4 mehan li Bir Qezeb li girtîgehê tê ragirin û piştre veguhestin girtîgeha Elqeryetê. Mutesim ragihand ku piştî darizandina li dadgeha DAÎŞ’ê xistine girtîgeha navendî ya li Reqayê. Li girtîgeha Reqayê bi hinceta ku ji pêkhateya Durziyan e êşkence û zorî li Mutesim tê kirin û 6 mehan li girtîgehê dimîne.

Mutesim wiha qala dema girtîgehê û tevlîbûna xwe ya nava refên DAÎŞ’ê dike; “Di zindanê de min ji yekî DAÎŞ’ê re got ku ez dixwazim tevlî we bibim, piştî hefteyekê ew kes vegeriya ji bo ku biryara min tekez bike û min biryara xwe tekez kir. Piştre ez ji zindanê derketim û min perwerdeyeke leşkerî ya ji 42 rojan pêk tê dît. Piştî ku min perwerde bi dawî kir ez li beşê polîsê li ser nuqteya Elsbêhiya li rojavayî Reqayê erkdar bûm.

‘EZ REVIYAM LÊ DÎSA EZ GIRTIM’

Di dema dorpêçkirina bajarê Reqayê ji hêla Hêzên Sûriyê yên Demokratîk (QSD) ve, min nedixwest ku ez tevlî şer bibim. Ji ber vê yekê ez bêyî ferman çûm bajarê Elmeyadînê û li wir ez li kesekî ku mirovan direvîne digeriyam ku min ji herêmên DAÎŞ’ê birevîne. Lê belê ez biser neketim ji ber ku pere bi min re tune bû û wan ji min yeqîn ne dikir ku ez ji pêkhateyên Durziyan im. Ez li bajarê Elmeyadênê 3 heyvan li mizgeftekê mam û li wir ji hêla polîsên leşkerî yên DAÎŞ’ê ve hatim destgirîkirin û bi sûcê ku ji şer reviyame, 2 mehan zindanî kirim. Piştî şerên ku li Elmeyadînê qewimîn ez xistim zindana navendî ya bajarê Elbokemalê yê ku bi serperişiya Ebû Sulêman Elfelûce bû û piştî meh û nivekê di zindanê de ez vegeriyam li ser karê xwe. Ez ji Elbokemalê çûm Elhecîn û ez vegeriyam karê polîsê li ser nuqteya Bo Bedran û piştî qederekî ez çûm bajarokê Baxozê".

‘KESÊN RADESTÎ QSD’Ê DIBÛN DIKUŞTIN’

Di 25 Sibata 2019’an de Mutesim xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û got: "DAÎŞ rêxistineke hovane bû , ew xwe dikirin misilman lê ew ne girêdayî misilmanan bûn. Ji bilî êşkence tundî tiştek din ne dizanin. Emîrekî DAÎŞ’ê bi nave Ebû Omer Kisra ji me re digot ku dive hûn bi hovane bi welatiyan re têkildar bin ji bo ku tirs û xof bixin dilê welatiyan".

Di derbarê têkçûna DAÎŞ’ê û çeteyên ku xwe radestî Hêzên Sûriyeyaên Demokratîk (QSD) kirin e Mutesim wiha got; “DAÎŞ’ê hewl dida ku kesek xwe radestî Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(QSD) neke û digot ku ew ê bi serkevin û herêmên ku berdan e ew ê bistînin û dive neçin deverên cUda. Her wiha kesên ku xwe radest dikirin jî li wan direşandin.”

‘DAÎŞ LI SER KUŞTIN Û TUNDIYÊ HATIYE AVAKIRIN’

Di derbarê fermendarên DAÎŞ’ê de Mutesim dibêje: "Min kesek ji wan nedît û me agahî li ser wan nizanîbû, kesî ku li wan dipirsiya bi sûcên ‘biyanî’ dihatin kuştin.

Cudahiya di navbera DAÎŞ’ê û Muslimana gelek e. ola Îslamê li ser hezkirin, aştî û wekheviyê rabûye. Di destpêka aloziya Sûriyê de gelek malbatên Musliman hatin bajarê me , me alîkariya wan kir. Lê belê DAÎŞ li ser kuştin , tundî û hovetî ava bûye."

‘QSD’Ê HER AV, XWARIN Û HEMÛ TIŞTÊN PÊWÎST PÊŞWAZÎ DIKIR Û PIR BAŞ BÛN’

Mutesim spasiya Hêzên Sûriyê yên Demokratîk (QSD)kir û got: "Piştî ku me xwe radestî QSD kir û şûnde me ronî dît. Ji ber ku têkiliya wan bi me re gelek baş bû, ne weke ku DAÎŞ’ê bû. Av , xwarin û çi pêwistiyên me ji me re bi dest xistin. Her wiha têkiliyên wan bi malbatên ku xwe radestî wan kirin baş bû".

Mutesim bi domdarî got; “Piştî ku min xwe radestî QSD kir, ez hefteyekê xistim zindana Elbehra li Dêra Zorê û piştre 2 mehan xistim zindana Elomer, piştre li Elşedadî hatin girtin û herî dawî jî derbasî hesekê bûm. Berî ku xwe radestî QSD bikira, ez bi bavê xwe re axivîm û ew jî hat herêmên Bakurê Sûriyê.”

Her wiha bavê Mutesim, Cîhad Hemed Şeref ê ku ji Siwêdê hat ji bo ku kurê xwe bibîne got: "Ez bavê 5 zarokan im û Mutesim yek ji wan e. Ez cotyar im. Ez ji gundê Xelxelê me. Piştî ku kurê min venegeriya mal min li hemû deveran li cem kes û karan li gundên derdor em lê geriyan, lê belê min ew nedît. Her wiha ez çûm polîsê bajêr û min îfadeya xwe da ku kurê min wind bûye , lê belê wan bersiveke tund li min vegerandin û gotin ku em nikarin biçin deverên DAÎŞ’ê ji bo kurê te vegerînin.”

‘ME GOT MIR, ROJEKÊ LI ME GERIYA’

Cîhad bi berdewamî dibêje: "Me destê xwe li xwe da û me got ku kurê me mir. Lê belê rojekê di rojên meha Sibata îsal de hejmareke biyanî ji min re hat , dema ku min vegerand yek bi zimanê bedewiyan bi min re peyivî û got ez Mutesim im. Ez matmayî mam ku çima bi zimanê bedewiyan bi min re peyive. Lê Mutesim ji min re got ez ê wêneyên xwe bi rêya Whatsapp ji te re rêkim ji bo ku tu bawer bikî. Dema ku wêneyên xwe ji min re rê kir, min yeqîn kir ku ew kurê min e û wê çaxê bi min re got ku Hêzên Sûriyê yên Demokratîk (QSD) Baxozê dorpêç kiriye û ew dixwaze ku xwe radestî wan bike. Min jî jê xwest ku xwe radestî QSD’ê bike.

‘LI CIHEKE ARAM HATE BICIHKIRIN’

Dema ku Mutesim xwe radestî QSD’Ê dike axivî û got: “Min ji kurê xwe xwest ku biçe nuqteya Deşme yê ku bi 200 metre dûrî wî dikeve bêyî ku telefona xwe bigire. Her wiha Mutesim çû û xwe radestî QSD’ê kir û min bi rêveberê nuqteya şopandinê re axivîm û min got ku ew kurê min e û ew ji hêla DAÎŞ’ê hatibû revandin û ew ji pêkhateyên Durziyan e. Rêveber jî ji min re tekez kir ku kurê min li cihekî aram e.

‘SPASIYA HÊZÊN QSD’Ê DIKIM’

Piştî seatekê rêveberê nuqteya şopandinê ji min re telefon kir û got ku kurê te baş e û tu dikarî werî Dêra Zorê kurê xwe bibînî û bi xwe re bibî. Roja din ez çûm ba Şêxê Eleqil û nameyeke ji Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(QSD) şandin û spasiya wan kirin.

‘EM SÛRIYEYEK DEMOKRATÎK Û ARAM DIXWAZIN’

Bav Hemed Şeref spasiya berpirsên ku alîkariya wî kirine ku bigihe kurê xwe û got; “Ol yek e û welat ê hemûyan e. Em naxwazin welatê me yê neteweyeke tenê be. Em dixwazin Sûriyeke Demokratîk û aramî be".

‘PROJEYA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK PROJEYA NIŞTIMANÎ YE’

Di dawiya axeftina xwe de Cîhad destnîşan ki li ser rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Tiştê ku bala min kişand ew e ku cudahî di navbera mirovanû pêkhatiyan de tineye. Projeya Sûriya Demokratîk pirojeyeke niştimanî ye. Çi dibêjin bila bibêjin , wan kurê min vegerandin hemêzê min.”