Qirkirina jinê wê di 8'ê Mijdarê de li Bonnê bê protestokirin
Qirkirina jinê wê di 8'ê Mijdarê de li Bonnê bê protestokirin
Qirkirina jinê wê di 8'ê Mijdarê de li Bonnê bê protestokirin
Bi armanca şermezarkirina tundiya li dijî jinê, wê di 8'ê Mijdarê de Navenda Jinê ya UTAMARA û Meclîsa Jinê ya Sara ya Bonnê, mîtîngeke hevpar lidar bixin. Saziyên amadekar banga beşdariya li mîtîngê kirin.
Navenda Jinê ya UTAMARA bi daxuyaniyeke nivîskî banga beşdariya li mîtînga 8'ê Mijdarê ya li bajarê Elmanya Bonnê kir.
UTAMARA ragihand ku tundî û destavêtina li jinê, ji her demê bêtir di vê demê de li gelemperiya cîhanê rû dide û destnîşan kir ku çavkaniya çanda destavêtinê îdeolojiya serdestiyê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Qadên şer herî zêde cihê rûdana vê pêkanînê ye. Destavêtin di şer de çeka herî bi bandor a terorê ye. Bi gule û bombeyan tu carekê tê kuştin, lê bi destavêtinê hezar carî ji kuştinê xerabtir dibî" û hat destnîşankirin ku yek ji mînakên dawî yên çanda destavêtin û qirkirina jinê radixe pêş çavan, li qada di bin kontrola artêşa Ukraynayê ya li herêma Komara Xweser a Donetsk e. Navendê ragihand ku li Komara Xweser a Donetskê 286 jin bi awayekî tecawizkirî û qetilkirî hatine dîtin û got, "Tê zanîn ku li heman herêmê nêzî 400 jin winda ne. Mînakeke din jî Şengal e, ku li vir bi hezaran jinên Kurd ên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin, rastî destavêtinê hatin û li bazaran mîna koleyan hatin firotin. Ev êrîş hînê dewam dikin. Li aliyê din li Îranê Reyhaneh Jabbarî ji xwe ku rastî îstîsmara zayendî ya endamekî berê yê îstîxbaratê hat, hat darvekirin. Jina li dijî çanda destavêtinê derdikeve, ji aliyê dewletê ve bi cezayê kuştinê tê cezakirin. Bi vî rengî hewl tê dayîn ku civak li pêşberî sîstema serdest û mîlîtarîzmê qels be, nikaribe li ber xwe bide. Mixabin ji van mînakan gelek li cîhanê hene."
UTAMARA ji ber vê sedemê bang li rêxistinên civakî yên sivîl, tevgerên femînîst, Neteweyên Yekbûyî û navgînên pêwendîdar kir ku li dijî qirkirina jinê bikevin nava hewldanan.
Navendê ji bo mîtînga bi Meclîsa Jinê ya Sara a Bonnê re di 8'ê Mijdarê de li bajarê Elmanya Bonnê lidar dixe, banga tevlîbûnê li her kesên hestyar kir.