Qîrîna bêdeng a jinan di wêneyên Karadogan de ye
Qîrîna bêdeng a jinan di wêneyên Karadogan de ye
Qîrîna bêdeng a jinan di wêneyên Karadogan de ye
Wênevan Eylem Karadogan, 6. pêşengeha xwe ya wêneyan li paytexta Elmanya Berlînê vekir. Di pêşengeya bi navê 'Zimanê Xewnan' de 60 tablo cih digirin. Mijara bingehîn a tablogyên bi Kurdî, Tirkî û Elmanî hatin binavkirin, tundiya mêr û dewletê ya li dijî jinê ye.
Wênevana Kurd Eylem Karadogan ji sala 2001'ê û vir ve wêneyan çê dike. Heta niha mora xwe avêtiye binê nêzî 200 tabloyan. Mijara bingehÎn a wêneyên Karadogan jî jin û xweza ye. Tundiya li dijî jinê jî bingeha vê mijarê ye.
Karadogan ku ji 2001'an dema çêkirina wêneyan û vir ve 5 caran pêşengeh vekiriye, ya şeşemîn jî bi navê 'Zimanê Xewnan' li Berlînê vekir.
LI DIJÎ TUNDIYA LI HEMBERÎ JINAN PÊŞENGEHA WÊNEYAN
Di pêşengeya ku mijarên jin û tundî de tablogyên bi navê "Şîn", "Paşeroja Winda" û "Klange Des Schweigens" (Dengê Bêdengiyê" derdikevin pêş. Wênevan Karadogan di "Şîn"ê de balê dikşîne ser rewşa jinê ya di şerê li Kurdistanê de, êş, tundî û bêçaretiya şerê ji aliyê mêr vê tê meşandin, vedibêje. Di tabloya bi navê "Paşeroja Winda" de jî li ser zemîneke şîn jineke ducanî çê kiriye. Jin di hundirê xwe de cîhaneke nû hildigire, li aliyekî din jî bi şîrê dide mirovahiyê re jiyaneke nû ava dike. Lê belê diyar dibe ku di cîhana wê ava kiriye de cih jê re nîne. Di tabloyê de bal tê kişandin ser hestên jinê yên hatine tinekirin û ji dest hatine girtin. Di tabloya bi navê "Klange Des Schweigens" de qîrîna bêdeng a jinê tê vegotin.
Balkêş e ku hema hema tevahiya 60 wêneyên di pêşengehê de cih digirin, bi naveroka tundî, xweza û cîhana jinê ye.
'NEKARIM LI PÊŞBERÎ QEWIMIYÊN LI KURDISTANÊ BÊDENG BIMÎNIM'
Karadogan da xuyakirin ku wê di 29 saliya xwe de dest bi çêkirina wêneyan kiriye û destnîşan kir ku fîgurên tundiya li dijî jinê yên di tabloyên wê de cih digirin, rasthatin nînin. Karadogan got, "Di zarokatiya xwe de yekcaran min wêne çê dikir. Piştî bi salan gava çûm gundê xwe, diya min ew wêne derxistin û nîşanî min da. Gelekî kêfxweş bûbûm. Lê dema min dest bi wêneyan kir 2001 bû. Min perwerdeyeke profesyonelî nedît. Bi tena serê xwe bi xwe xebitîm. Bi salane vê dikim. Bi tenê cîhana xeyalên xwe û serpêhatiyên xwe xêz dikim."
Der heqê nirxandina mijara tundiya li dijî jinê de Karadogan got, "Weke jinekê, min nekarî vê ji nedîtî ve bêm. Ji ber vê yekê min xwest bûyerên di nava civaka me de tê serê jinan û yên li ber çavên min ketine, bi zimanê wêne vebêjim. Ez behsa êşa jinên Kurd dikim. Di vî şerê qirêj de her roj zarokên xwe ji dest didin. Mirin, tundî li Kurdistanê her digerin. Nekarîbûm li pêşberî vê bêdeng bûma."
Karadogan diyar kir ku wê bi zanebûn xwestiye pêşengeya xwe di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê ya Navneteweyî vebike û got, "Min bi zanebûn ev roj hilbijart. Lê belê ji ber sedemeke ne ji min hinekî derengî çê bû. Ya girîng, li vê demê rast hatiye. Divê li hemberî tundiya li dijî têkoşîn were dayîn."
Pêşengeya wêneyan a bi navê "Zimanê Xewnan" li navnîşana Immaulenkirh str. 3-4 a li taxa Prezblauberg a paytext Berlînê hat vekirin û dê heta 25'ê Mijdara 2014'an vekirî be.