Qetlîama Parîsê: Yên ku ferman dane wê werin darizandin?

Li Parîsê heft sal berê sê jinên şoreşger ên Kurd hatibûn qetilkirin. Kujer Omer Guney bi awayekî gumanbar hate kuştin. Hê jî ceza li rayedarên li Enqereyê nehatiye birîn ên ku fermana qetlîamê dane.

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê her yek bi sê guleyan hatibû qetilkirin. Piştî vê înfazê lêgerîna edaletê didome.

DADGEREKÎ DIN HATE WEZÎFEDARKIRIN

Bersûc Omer Guney di dawiya sala 2016’an de dema ku çend hefte ma doz were destpêkirin, bi awayekî gumanbar hate kuştin û doz hatibû girtin. Lê malbatan ji bo ku kesên fermana qetlîamê dane werin dîtin û darizandin di Adara 2018’an de dîsa serlêdan kiribûn. Di Gulana 2019’an de biryar hate dayin ku bila ‘lêkolîna edlî’ were dstpêkirin. Ji bo ku lêpirsîn bidome, dadgerekî din hate wezîfedarkirin.

Lêkolîna edlî bi sûcdariyên ‘Bi hewldaneke terorîstî hevkariya sûc a cînayetan’ û ‘bi armanca sûckirina terorîstî yên krîmînal’ hate destpêkirin. Di vê sûcdariyê de, wekî ya borî bal tê kişandin ser rola MÎT’a Tirkan û tê xwestin ku bila rola MÎT’a Tirkan baş were kûrkirin.

Yek ji parêzerê dozê Antoîne Comte sala borî daxuyaniyek dabû û gotibû “Ev bûyereke dîrokî bû, ji derve ferman hatibû dayin.” Ligel ku lêkolîna edlî didome û heft sal jî derbas bûye, hê jî darizandin û mehkûmiyet pêk nehatiye.

Parêzer Jean Loûsî Malterre jî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku doz hêdî didome û ev jî tiştekî ‘normal e’ lê ew ê dest bi hin hewldanan nû bikin. Parêzer diyar kiribû ku wan hê hewldan nedane zelalkirin û diyar kir ev doz dikare bi salan bidome. Malterre diyar kir ku ji bo rêvebirina lêpirsînê dadgerekî bi navê Pîerre Regîs hatiye wezîfedarkirin. Li ser dosyeyê biryara ‘nepenbûnê’ heye û ji ber vê jî mirov nikare xwe bigihîne dosyeyê. Lê li gorî Malterre ev nepenbûn ‘beredayî ye’ û di dozê de rewşeke nepen tune.

Di destpêka lêpirsînê de berevajî cînayetên siyasî yên berê, bi belge û mikurhatinan pêşketineke girîng hatibû kirin.

Di raya giştî de rola qetlîama dewleta Tirk gelekî zelal e û di warê hiqûqî de jî cara pêşîn qala rola dewletekê hate kirin. Di îddîanameyê de kesên ku ferman dane, baş nehatibin diyarkirin jî derketibû holê ku rola MÎT’ê heye.

Di Çileya 2014’an de piştî qetlîamê salekê qeydeke deng li ser înternetê hate belavkirin.

Di 12’ê Çileya 2014’an de Omer Guney bi du kesên ku berpirsên MÎT’ê ne plansaziya cînayetê dikin. Piştî du rojan di 14’ê Çileyê de fermaneke sûîkastê hate weşandin a ku îmzeya çar rêveberên MÎT’ê li ser wê hebû. Hedef Sakîne Cansiz bû. Ji bo vê jî bi navê ‘Kaynak’ Omer Guney hatibû peywirdarkirin.

Di lêpirsînê de gelek delîl derketin holê. Beriya sûîkastê Omer Guney bi dizî hatiye Tirkiyeyê, ji ser domaîneke Îranê giliyek ji polîsên Fransayê re hatiye ku Guney ji MÎT’ê re dixebite, axaftinên bi telefonê yên Omer Guney ên krîpto, têkiliya wî ya bi kesekî bi navê Rûhî Sû yê li Elmanyayê, planên wî yên reva ji girtîgeha Parîsê, daxwaza çek û alîkariyê ya ji MÎT’ê, di hevdîtineke bi Rûhî Sû de peyamekê ji MÎT’ê re dişîne û diyar dike ku navnîşana wî jî biryargeha MÎT’ê ya li Enqereyê ye.

ENDAMÊN MÎT’Ê YÊN KU PKK EW GIRTINE

Di vê dozê de pêşketineke din jî ev e ku di 4’ê Tebaxa 2017’an de PKK’ê li Başûrê Kurdistanê bi operasyoneke taybet du rayedarên MÎT’ê girtibû. Rayedarê MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney navên di belgeya Çileya 2014’an de deşîfre kirin û diyar kirin ku Sabahattîn Aslan jî alîkarê sereke yê şefê MÎT’ê Hakan Fîdan e.

MÎT BILÊTA GUNEY DIBIRE

Her du berpirsên MÎT’ê diyar dikin ku kujer Omer Guney dema ku diçe Tirkiyeyê, acenteya gerê ya girêdayî MÎT’ê bilêtên wî dibire. Pekçetîn wisa qala birîna bilêtan dikir, “Di nav lojmanên Yenî Mahalleyê acenteyek heye ku bilêtê endamên me dibire. Min cih nedîtiye. Em telefon dikin ew bilêtan amade dikin. Nimreya PNN’ê dide. Bilêt ji vê acenteyê hatiye stendin. Di nav lojmanan de bilêta Omer Guney a ji bo vegera Parîsê hatiye birîn.”

YÊN KU PLAN KIRINE

Di mikurhatinan de kesên ku navê wan hatibû deşîfrekirin û peywira wan wisa ye:

Ûgûr Kaan Ayik: Serokê Daîreya Çalakiyên Etnîk ên Cudakar ên Derveyî Welat a MÎT’ê.

Ogûz Yuret: Gerînendeyê Şaxa Operasyona wê daîreyê.

Ayhan Oran: Xebatkarê Şaxa Operasyonê

Sabahattîn Asal: Plansazê qetlîamê.

Di ANF’ê de mikurhatin hatibû weşandin. Erhan Pekçetîn di van mikurhatinan de digot ku “Min di qeydên deng de xebatkar nas kirin.” Pekçetîn diyar dikir ku kujer Guney ‘tevî xebatkarekî li Enqereyê li otelekê dicive’ Pekçetîn digot ku “Li otelê qeydên deng hatine wergirtin” û bal dikişand ser vî tiştî ku navnîşana ku di Çileya 2014’an de plansaziya cînayetê lê tê kirin, otela li Enqereyê ye.

HÎYERARŞÎYA FERMANA ÎNFAZKIRINÊ

Pekçetîn diyar dike ku planên cînayetên bi vî rengî, bi biryareke ji asta jor tê dayin û digot ku “Ji ber ku ev mesele di qada navneteweyî de dikare bibe sedema hin alozîyan. Di vê serdemê de hevdîtinên aştiyê didome. Dibe ku ew not ne Ayhan Oran lê gerînendeyê şaxê kiriye. Piştre dor tê Ûgûr Kaan Ayik ê ku serokê daîreyê ye. Li ser wî jî Sabahattîn Asal e. Ne şaş bim Asal di wan deman de tevî Mûhammed Dervîşoglû diçe tevlî hevdîtinên ji bo aştiyê dibe. Piştî Asal Halûk Ozcan heye û ew jî dişîne ji alîkarê musteşar e. Alîkarê musteşar ji musteşar re dişîne. Ev ne çalakiyeke wisa ye ku alîkarê musteşar biryara wê bide. Diçe heta ba musteşar û divê ew biryarê bide.”

Dema ku li Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin Sabahattîn Asal li Serokatiya Îstîxbarata Ewlehiyê alîkarê serok bû.

TÊKILIYÊN LI EWROPAYÊ

Ev mikurhatin diyar dike ku fermana qetlîamê li Enqereyê hatiye dayîn û li Ewropa jî bingehek heye. Li gelek welatên Ewropayê tora îstîxbarat û kujerên MÎT’ê heye û ev jî di lêpirsînê de hatiye diyarkirin. Tê diyarkirin ku Omer Guney li bi taybetî li Elmanya, Belçîka û Hollandayê têkiliyên wî hene.

Tevî vî tiştî tora sûîkastê derdikeve holê ya ku xwe dirêjî heta sefaretxaneya Tirkan a li Parîsê dike. Di sala 2018’an de parêzer Antoîne Comte ji ANF’ê re axivîbû û gotibû “Li Elmanyayê derbarê xebatên sîxuriyê yên servîsên îstîxbaratê yên Tirk, lêpirsînên Elmanyayê hene. Li Belçîkayê dibe ku li dijî hin berpirsên Kurd êrîş were kirin, ji ber vê jî lêpirsînek heye. Di navbera tiştên li Belçîkayê pêk hatine û ya li Fransayê têkiliyek heye.”

PLANA SÛÎKASTÊ YA LI BELÇÎKAYÊ

Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li Brukselê sê kesan xwestibûn sûîkastê li Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bikin. Wesayîta van kesan hatibû sekinandin, piştî kontrola nasnameyan van, ev jî ketibû nav dosyeya lêpirsînê.

Di wesayîta Mercedes de ya bi plakaya Fransayê bû, kesekî bi navê H.A. jî hebû. Li xwe mikur hatibû ku du kesên li ba wî jê pirsîne ew dixwaze ku Remzî Kartal bikuje yan na. Kesekî di wê wesayîtê de karteke aîdî polîsên Tirk nîşan dabû yê din jî leşkerekî berê yê Tirk bû û ev pênc şeş meh bûn ku li Fransayê dijiya. Li gorî rojnameger Laûre Marchand, vî leşkerê berê pesnê xwe daye ku di qetilkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê de rola wî jî heye. Li gorî polîsên Belçîkayê ev ‘polîs’ û ‘leşker’ piştî 16’ê Hezîranê hefteyekê li Parîsê û yek jê kujer bi çar Tirkan re maye.

DÎPLOMATÊ KU SÛÎKAST KOORDÎNE KIRIYE KÎ YE?

Li gorî kesên ku lêpirsînê dikin dîplomatekî di asta bilind vê qetlîama li Parîsê koordîne kiriye. Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji jêderkên ewle bi dest xistiye, Belçîka di vî warî de hin lêkolînan dike. Lê li ser dosyeyê biryara nepenbûnê heye.

Yek ji berpirsê asta bilind ê MÎT’ê Îsmaîl Hakki Mûsa sefîrê Parîsê ye. Ji ber vê jî guman diçin ser Mûsa. Dema ku Omer Guney planên sûîkastê kiriye, ango ji Mijdara 2011’an heta 15’ê Cotmeha 2012’an Îsmaîl Hakki Mûsa sefîrê Brukselê bû. Piştî ku Mûsa ji bo Parîsê tê peywirdarkirin, di 17’ê Kanûna 2016’an de Omer Guney li girtîgehê hate kuştin û doz hatibû girtin.

EDALET HÊDÎ DIMEŞE, EV JÎ DIBE SEDEMA NERAZÎBÛNAN

Ligel ku gelek belge, agahî û planên cînayetê derketine holê, lêpirsîn hêdî didome û ji ber vê jî nerazîbûn tê nîşandan. Li Fransayê ji salên 1960’î û vir ve herî kêm 40 cînayetên siyasî hatin kirin. Tu yek jî ceza lê nehate birîn. Ev bêdengî jî fikaran zêde dike. Ji bo ku kujerên sê jinên şoreşger ên Kurd ceza li wan were birîn, lêgerîna edaletê didome. Ji bo ku kesên fermanên van cînayetan dane derkevin holê bang tê kirin. Li Elmanyayê jî gelek agahî, belge li ser sîxur û sûîkastan derketine holê lê tu darizandin pêk nayê. Her carê destûr hate dayîn ku kujer birevin. Lêkolîna edlî ya li Fransayê nabe ku ji bo berjewendiyên siyasî û ekonomîk ser wê were girtin. Divê tora sîxuran a li gelek welatan belav bûye, were deşîfrekirin û pêşiya darizandina wan were vekirin.