Qedexeya kurtajê jina ciwan mahkumê mirinê kir

Qedexeya kurtajê jina ciwan mahkumê mirinê kir

Li El Salvador jina 22 salî ya ducanî ku jiyana wê ji ber ducanîbûnê di bin xetereyê deye, dadgehê destura kurtajê nedayê û mahkumê mirinê kir. Biryara dadgehê rastî bertekan hat û doktoran jî diyar kir ku ger ducaniya wê bidome şensê jiyana dayikê tune.

Li welatê El Salvador a Rojhilatê Amerîkayê ku kurtaj qedexeye, jina 22 salî bi biryara dadgehê terkî mirinê hat kirin.

Jina 22 salî ku nexweşiya wê ya gurçikan û nexweşiyeke kronîk ya bi navê lupus heye, neçar ma bebeka xwe kurtaj bike. Lê dadghê destur neda kurtajê. Ev j îli welat rastî bertekên tund hat. Rêxistinên mafê mirovan der barê vê de çalakî pêk anîn û xwestin mafê kurtajê bê dayîn. Doktoran jî diyar kirin ku ger ev wisa bidome dê dayik bimire. Her wiha hat hînbûn ku bebeka di zikê dayika xwe de ya 26 hefteye jî mêjiyê wê pêşde nabe.