Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê Meryem Erbey 70 salî ye. Vê sibê di encama seregritinên malan ên li Mêrsînê de hat binçavkirin. 2 zarokên wê gerîla ne, 3 zarokên wê di girtîgehê de ne û 2 zarokên wê jî di şerê li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane. Çîroka Meryem Erbeyê kurteçîroka şerê 30 salan ê li Kurdistanê radixe berçavan...
Meryem Erbey li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayîk bûye. Di sala 1992’ê de, dewleta Tirk li gundê Bayramli yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji malbata wê re got “Hûn ê bibin cerdevan”. Malbatê vê yekê qebûl nekir û Meryem Erbey tevî heşt zarok û hevserê xwe koçberê taxa Tûrûnçlû ya navçeya Toroslar a Mêrsînê bûn. Zilm li vê derê jî dest ji wê bernade. Li vir di nava deh salan de bi dehan car hat binçavkirin û polîsan tu carî ji ber sedemên siyasî dest ji qirika zarokên wê bernedan.
ÊŞA ZAROKAN NE BES BÛ, TAZMÎNAT JÊ XWESTIN
Erbey di 16’ê tîrmeha 2006 de bihîst ku kurê wî yê gerîla jiyana xwe ji dest daye. Ji bilî kurê wî di heman pevçûna li navçeya Kercosa Êlihê rû da de, gerîlaya HPG’ê Nebîhe Altûn jiyana xwe ji dest da. Di wî şerî de polîsê tevgera taybet Erkan Serdar hate kuştin.
Wezareta Navxweyî ya Tirk ji ber polîsê hate kuştin, doz li malbatên Erbey û Altûn vekirin. 2. Dadgeha Ceza ya Esliye ya Êlihê di sala 2009 de biryar da ku malbatên Erbey û Altûn 64 hezar TL pere ceza bidin.
NEVIYÊ WÊ JÎ MEXDÛRÊ POZANTIYÊ YE
Keça wê Helîme di sala 2001 de, Zozan jî di sala 2003 de tevlî nava refên PKK’ê bû. Lê çîroka Meryem Erbeyê ne tenê ev e. Keça Erbey a din Maşallah beriya 1.5 sal hate girtin û bi hinceta “endama rêxistinê ye” ew şandin Girtîgeha Karakaşê. Kurê wê Abdullah jî di girtîgehê de ye û jêre 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Lê ne tenê zarokên Erbeyê, neviyên wê jî di hedefa dewleta Tirk de ne. Neviyê dayîka Meryem ê 16 salî Serhat jî beriya hefteyekê bi hinceta “kevir avêtiye polîsan” hate girtin û şandin Girtîgeha Pozantiyê. Girtîgeha Pozantiyê bi tecawz û îşkenceya li ser zarokên Kurd hatibû rojevê. Serhat meha borî ji girtîgehê derket. Ji zarokên Erbey tenê keça wê ya 18 salî Dîlan maye…
Dayîka Meryem demê xwe bi serdana girtîgehan û têkoşîna ji bo aşitiyê ve derbas dike . Îro li taxa Demîrtaş a navçeya Toroslar a Mêrsînê bi hinceta “Bi navê rêxistinê xebat kiriye” hat binçavkirin. Hate zanîn ku dê roja sêşemê derbixin pêşberî dadger û dê were darizandin. Rewşa tenduristiyê ya Erbeyê jî ne baş e.