Polîtîkaya zexel a rejîma Îranê ya li dijî jinê
Endama Meclîsa PJAK'ê Evîn Nejdet qala têkiliya jinên ku xwe weke zayenda duyemîn dibînin, nasnameya xwe red dikin û asoyê wê yê azadiyê bi fêlan hatiye tengkirin a bi rejîma Îranê re kir.
Endama Meclîsa PJAK'ê Evîn Nejdet qala têkiliya jinên ku xwe weke zayenda duyemîn dibînin, nasnameya xwe red dikin û asoyê wê yê azadiyê bi fêlan hatiye tengkirin a bi rejîma Îranê re kir.
Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Evîn Nejdet, der barê mijarê de bersiv da pirsên ANF'ê.
Evîn Nejdet diyar kir, ku zîhniyeta dewletê ya Îranê li ser redkirina nansameya jinê ava bûye û destnîşan kir ku nêzîkatiya vê zîhniyetê li jinê îdeolojîk û baviksalarî ye.
Evîn Nejdet anî ziman, ku ev nêzîkatî bi hukmên destûra bingehînî re hatiye misogerkirin û got, "Lewma, guhertineke pir biçûk a li ser mijara jinê di parzûnê zîhniyeta heyî de derbas dibe, tê wezinandin û li gorî vê yekê tê diyarkirin."
Nejdet anî ziman, ku rejîma Îranê bi salan jin bi taybetî li deveyî siyaset, dadgerî û saziyên rêveberiyê hiştiye û ragihand, ev sazî ji bo jinan weke xeta sor hatine diyarkirin.
Di dewama axaftina xwe de Evîn Nejdet da zanîn, ku li gorî qanûnên Îranê, jin zayenda duyemîn e û wiha dewam kir: "Ev pênase, destê hêza serdest a li Îranê xurt dike û li gorî dilê xwe sînoran datînin pêşiya jinan. Ji ber vê yekê jî jin her tim li asta jêrîn tên nîşandan. Rejîm, çawa ku ji bo têkbirina civakê di mijara sûcên fûhûş, narkotîk û dizîtiyê de jinan dixe dewrê, ji bo milîtarîzekirina civakê, kontrolkirin û bi rêya şîdetê bê îrade hiştinê, hêzên Besîc (hêza paramîlîter a rejîmê) ava kiriye. Hêzên milîs ên bi navê Xwişkên Zeynep (Xaheranî Zeyneb), (Xaheranî Zehra) û hin navên cuda yên ser bi hêza Besîc ava kiriye. Van hêzan jî ji bo tepisandina jinan bi kar tîne. Ji xwe Ji xwe jinên di nava saziyên dewletê de cih digirin, bi rejîmê ve girêdayî ne, sicîl û hemû nêzîkatiyên wan di bin kontrolê de ne. Yanî bi şertê ku bi temamî dewletê temsîl bikin, tên wezîfedarkirin."
Evîn Nejdet anî ziman, ku rola kadrotî, parastin û dewamkirina sîstemê ji van jinan re tê dayin û got, "Ev jin ji aliyê sîstemê ve werin qebûlkirin jî, ji aliyê mejî ve bi temamî bi sîstemê ve hatibin girêdan jî, nikarin di saziyên jorîn de cih bigirin. Ev saziyên jorîn weke milkê mêr tên dîtin. Jin nikarin di nava van saziyan de cih bigirin."
Evîn Nejdet diyar kir, ku rêxistinbûnên milîs ên jinan, bi karê şopandina qanûnên têkildarî jinan radibin û wiha dewam kir, "Bi rêya van hêzan li kolanan, sûkê û taxan şîdet li jinên ku li gorî feraseta olî ya rejîmê kinc li xwe nekirine tê kirin, tên girtin, li her derê îstîxbarat tên komkirin, dest li çalakî û îtirazên civakê tê werdan û weke amûreke tepisandina civakê tên bikaranîn. Jinên di nava van hêzan de cih digirin, bûne xerîbê civaka, zayend û wijdana xwe û ji xwebûnê derketine."
Endama Meclîsa PJAK'ê Evîn Nejdet da xuyakirin, ku ji bo pêşî li rêxistinbûna civaka sivîl were girtin li Îranê gelek astengî tên destnîşankirin û got, "Destûr nayê dayin ku netewe, bawerî û nasnameyên cuda xwe bi rêxistin bikin. Herî zêde di vî warî de zehmetî derdikevin pêşiya jinê. Tevî vê yekê jî hin rêxistinbûnên veşartî di salên dawî de derketin holê. Divê ev rêxistinbûn û têkoşîn weke rewşeke erênî bê dîtin. Li gel vê yekê, li Îranê polîtîkaya berevajîkirina rojev û armancê, nêzîkatiya herî zexel a li dijî jinê ye. Sîstem ditirse ku jin bi hişmendî û rêxistibûna xwe tevlî nava têkoşîneke çalak bibe. Bi afirandina rojevên cuda hewl dide bi rojevên sivik mijûl bike. Bi taybetî, astengiyên giran datîne pêşiya cil û bergên jinê û bi vî rengî dixwaze ku jin tenê azadiyê di kincan de bibîne. Ev yek êrîşa li dijî asoyê jinê ye. Dixwaza asoyê azadiyê teng bike. Jinan bi tiştên rojane û sivik re mijûl dike û bi vî rengî jin nikare bikeve nava mijarên sereke yan jî kêm dikarin bikevin navê. Ev yek encama neyînî ya polîtîkaya heyî ye."