Polîsan radestî leşkeran kir, êdî agahî jê nehate stendin

Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta Huseyîn Aydemîr kir ku piştî radestî leşkerên Tirk hate kirin û êdî agahî jê nehate stendin.

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 857’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya dijîtal lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Aydemîr ê 34 salî û bavê 6 zarokan ku di 19’ê Cotmeha 1995’an de hat destgîrkirin û winda kirin, hat pirsîn.

Yek ji Mirova Şemiyê Bîngol Elmas, diyar kir ku Huseyîn Aydemîr di sala 1995’an de ji ber ferzkirina cerdevanî û şewitandina gundan ji gundê Tûtê yê navçeya Licê ya Amedê koçî Stenbolê kir.

Bîngol diyar kir ku Aydemîr di 19’ê Cotmeha 1995’an de çûbû mala hevalê xwe Fehmî Tosûn a li navçeya Avcilar a Stenbolê û wiha got: “Piştî ku her du hevalan bi hev re taştê xwar û saet di 10.00’an de ji malê derketin, careke din nezivirîn. Malbatên wan ên hîn bûn ku li Aksarayê ji aliyê polîsên sivîl ve hatin destgîrkirin, serî li hemû rêyên fermî dan. Malbata Aydemîr a li her derê li kurê xwe geriyan hînbûn ku polîsan kurê wê birine Enqereyê û dema li Miduriyeta Polîsan a li Enqereyê bûye, teslîmî rayedarên leşkerî kirine. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam hatin hiştin. Hemû qedemeyên dewletê destgîrkirina Huseyîn Aydemîr û hevalê wî Fehmî Tosûn înkar kirin. Lêpirsînên bi bandro ku faîlan derxînin holê nehatin birêvebirin. Bi hêceta dema wê borî ye, biryara neşopandinê ji bo dosyayê hat dayîn.”

Keça Huseyîn Aydemîr, Dîlan Aydemîr jî wiha got: “Dayika min ewilî çû li Qereqola Avcilarê îfade da. Piştre ligel serî li hemû rêyên fermî dan jî têkildarî bavê min tu agahî bi dest nexistin. Dayika min bi 5 zarok û pitikekî di hembêza xwe de, li bajarekî ku qet nizane, bi zimanekî ku çend peyvan dikarî biaxive dest ji lêgerîna bavê min berneda.

Aydemîr wiha domandin: “Min di her kêliya jiyanê de bê bavî dît, bêyî ku em peyva bav bikarbînin em hesretî bav man. Dema min bavê xwe winda kir ez 3 salî bûm. Ez bavê xwe ji wêne û sekna wî ya bi rûmet nas dikim. Em êdî edaletê dixwazin. Dewlet tenê girtina diza û sûcdaran e? Bila kujerên windayên me êdî bibînin. Em jî dixwazin goreke ku em biçin ser hebe. Edalet bê bav mayîna zarokan e, edalet windakirina dayikan a zarokên xwe ye? Em jî weke hemû xizmên windayan dixwazin edalet li cem me be. Em dixwazin tiştên ku me jiyan bila kes nejî. Kujer û faîl diyar in em dixwazin bên cezakirin.”