Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Diyaloga navbera Kurdan divê

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji bo diyalogê bang kir û diyar kir, "Em bang li aktorên polîtîk ên Kurd dikin ku guh bidin dengê me."

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd nameyek nivîsî û ji bo diyaloga navbera Kurdan bang kir.

'TIRKIYE ŞERÊ BIRAKUJIYÊ DERDIXÎNE'

Nameya platformê wiha ye:

"Em bi navê Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî û jinên Kurd ên xwedî nerînên cuda û xwedî ferasetên siyaseta cuda hatin cem hev, armanca bingehîn ew bû ku ewil em di nava Kurdan de aştî û diyalogê pêş bixin. Me xwest piştgiriyê bidin diyalog û aştiya nava Kurdan.

Îro welatên ku gelê Kurd jî di nav de ye di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin. Iraq û Sûriye êdî wekî berê nikarin wekî du bajaran bimînin. Tirkiye û Îran ên li hemberî vê rewşê ketine nava teşqeleyê li hemberî van geşedanan ne pir kêfxweş in.

Ji ber vê yekê hewldanên van herdu welatan ên ji bo Iraq û Sûriyeyê ji nû ve dizayn bikin, pirsgirêkên heyî bêtir mezin dikin. Ev yek jî bixwaze nexwaze destûr dide ku hêzên mezin têkevin nava kar. Mudaxaleyên Îran û Tirkiye yên li ser navê 'Yekîtiya axê' ya Iraq û Sûriyeyê ji dervê welatên navborî li Tirkiyeyê jî bûye sedema şer û êşên giran. Wekî ku di dîrokê de her dem em bûne şahide vê rewşê, di vê serdemê de jî dîsa em di pêvajoyek wisa re derbas dibin. Polîtîkayên şer ên heyî herî zêde tesîrê li me jinan dikin. Heta talûkeya 'Xwişk û Birakujiyê' jî bi xwe re tîne.

'JI BO BIDESTXISTINA MAFÊN NETEWEYÎ'

Di nava şer de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Em; jinên Kurd qet tu carî vê yekê wekî qederê pênase nakin û nabînin. Em der barê pêşketinên siyasî yên li ser navê me tên meşandin û bandorê li ser me dikin de dixwazin bibin xwedî gotin. Bi taybetî li dijî polîtîkayên ku dixwazin gelê Kurd di navbera xwe de li hemberî hev polîtikayên tundiyê pêş bixin re bêjin 'Bes e'. Em bawer dikin ku mafê gelê Kurd ê demokrasî û netewebûnê di diyalog û polîtîkayên aştiyane yên navxweyî re derbas dibe. Li ser vî esasî, em dixwazin hemû aktorên polîtîk ên Kurd guh bidin dengê me. Em car din tînin ziman ku wekî jinên Kurd ji bo vê diyaloga aştiyê pêş bixin em ê dem bi dem van bangên xwe berdewam bikin."