Platforma Jinan a Hewramî çalakiya Guven silav kir

Platforma Jinan a Hewramî ku li Başûrê Kurdistanê xebatan dike, nameyek ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re şand û çalakiya wê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slav kir.

Platforma Jinan a Hewramî di nameyê de ya ku ji Leyla Guven re şandî, ku Guven ev 126 roj in di greva birçîbûnê de ye, got, ''Em jinên Hewremanî û Platforma Jinên Hewramanî, berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê, çalakiya wan slav dikin.''

Di nameyê de bi berdewamî hate gotin, ''Em em berxwedana berxwedêrên greva birçîbûnê ya bi mebesta ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe û azad  bibe hatiye destpêkirin, weke têkoşîneke pîroz dibînin. Peyama ku Leyla Guven dayî ji bo gelê me rûmet e.''

Di nameyê de hate gotin ev berxwedana ku bi pêşengiya jinê dest pê kirî her ku diçe geş dibe û hate gotin, ''Ez li çar parçeyên Kurdistanê dengê azadiyê ye. Ev berxwedan hêviya azadiyê dide jinan. Ji bo vê, ji bo ku ev berxwedan were geşkirin divê em têbikoşin.''

Di nameyê de dawiyê wiha hate gotin: ''Em jinên Hewramanî û Platforma Jinan a Hewraman, ji çiyayên Kosalan, Şaho, Jalane, Hewraman Text, Jawero û Lihone peymanên destek û piştevaniyê par ve dikin. Gelê me heta ku ev berxwedan biçe serfiraziyê em ji vê têkoşînê gava xwe bi paş navêjin.''