'Planên AKP û DAIŞ'ê vala derketin'
Endama Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Leyla Lorîn der barê qetikirina jinan de bal kişand ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û got: "Ev polîtikayê ku bi destê DAIŞ'ê tê meşandin, berdewamiya zihniyeta dewleta AKP’ye."
Endama Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Leyla Lorîn der barê qetikirina jinan de bal kişand ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û got: "Ev polîtikayê ku bi destê DAIŞ'ê tê meşandin, berdewamiya zihniyeta dewleta AKP’ye."
Endama Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Leyla Lorîn der barê qetikirina jinan de bal kişand ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û got: "Ev polîtikayê ku bi destê DAIŞ'ê tê meşandin, berdewamiya zihniyeta dewleta AKP’ye." Lorîn got, "Li hemberî paşverûtiyê û êrîşên hovane, civakeke azad û demokratîk pêwîst e. Ew jî bi destê jina azad wê were avakirin".
Endama Komîteya Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) qetlîema li hemberî jinan a li Tirkiyeyê ku bi qetilkirina Ozgecan Aslan careke din ket rojevê û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê nirxand û têkoşîna azadiya jinên Kurd a li dijî vê yekê, ji ANF'ê re vegot.
ZÎHNIYETA PAŞVERÛ YA ZILAM HATIYE REWAKIRIN
Weke tê zanîn her tim jin bi kuştin û qetilkirnê re rû bi rû tên hiştin, herî dawî bûyera qetilkirina Ozgecan Aslan û xwekuştina Gurbet Karataş qewimîn. Hûn van bûyeran çawa şîrove dikin?
Em di serî de kujerên ku destê wan di qetilkirina Ozgecan Aslan û xwekuştina Gurbet Karataş de hene, wan lenet û nefret û şermezar dikin. Û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Ti sedemek ku bigihêje asta qetilkirinê ku bibin hedefa êrîşên hovane nebû, ji ber Ozgecan Aslan tevlî çalakiyên şîdeta jinê bû, bi vî rengî hovane hate qetilkirin. Di heman demê de xwekuştina Gurbet Karataş, li dijî zihniyeta paşverû ya zilam û li dijî kujeran xwe parast û bi deste xwe xwe kuşt. Ji ber ku kuştina jina rewa bû ye, ew jî bi destê rejîmê û zihniyeta paşverû ya zilam hatiye rewakirin. Bûyerên bi vî rengî herî zêde li Tirkiyê diqewimin, lê heta niha dewleta AKP’ê ti car nebûye bersiv li dijî van bûyeran û van qatilan destek dike. Pakêta ewlekariyê a girêdayî van kuştinan, tevî hemû dijberiyan îro pergala deshilatiya AKP’ê bi deh xalan ve bi zorê dan qebûlkirin. Vê carê bi şêweyekî zagonî ji bo kuştinê wê destûrê bide jendermeyên xwe. Kujerên ku ji dîrokê heta roja îro pergala jinê, bi plangeriyan berevajî kirin û li şûna wê jî bi qetlîam, şer, zilm, kuştin û bi talanê pergala xwe ava kirin.
JIN BI AWAYEKÎ PLANKIRÎ Û SIYASÎ TÊN QETILKIRIN
Ma ne ew kujer in bi sîstematîk xwe bi maskên cuda cuda, ji bo kuştinên jinan di bin fermanên paşayên xwe de her tim amadekariyan dikin. Kujerên ku çil sal e bê sînor komkujiyên Kurdan dikin, her ew kujerên, sê jinên şoreşger û taybet şoreşgera mezin Sakîne Cansiz qetilkirin. Îro jî heman kujeran Ozgecan Aslan qetil kirin. Ji bo wê kujerên jinan, ji aliyê komkujiyan ve bi awayekî plankirî birdozî û siyasî ne. Bi destê dewleta AKP’ê têne rewakirin. Ew jî rê li pêşiya qetilkirina jinan vedikin.
DEWLETA AKP'Ê TECAWIZ Û QETILKIRINÊ REWA DIKE
Serokkomarê Tirkiye’yê R. T. Erdogan, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku jin emanetê zilam e û pêwist e zilam wê biparêze û xwedî lê derkeve. Hûn nêzîkatiyên bi vî rengî çawa şîrove dikin?
Serokkomarê dewleta Tirk R. T. Erdogan yek ji wan serokane, di sedsala 21. an de bi berdewamiya zihniyeta desthilatiya ku pişta xwe daye dîroka 9 hezar sal, ku jin kirine milk, kole û ji bo berjewendiyên xwe bi kar di anîn. Zîhniyeta Serokkomarê Tirkiyeyê jî berdewamiya çanda pênc hezar sal e. Çanda pênc hezar sal a zilamê serdest, çanda tecawizê ye. Serokkomarê Tirkiyeyê R. T. Erdogan bi vê hişmendiyê di sedsala 21'an de nûnertiya vê çandê dike. Gelo Erdogan ji demokrasî û mafên mirovan çi fêm dike? Ji azadî û bedewiya fikrê jinê çi fêm dike? Zilam jinê milkê xwe dibîne ji ber wê qetilkirin û tecawizkirina jinê jî mafê xwe dibîne. Misogeriya di bin hişmendiya milkiyetparêziyê û evîna mîlkiyetparêzî de kuştina fikir û ramanê jinê heye.
QAŞO LI SER PERGALA ÎSLAM A HZ. MÛHAMMED DIMEŞIN
Erdogan qaşo dibêje welatê min welatekî Îslamê ye. Her roj di bin navê Îslamê de bangawaziyan dike û peyamên şaş bi navê Îslamê dide civakê. Qaşo Erdogan, li ser pergala Îslam a Hz. Mûhammed dimeşe. Lê li ser pergala Îslama siyasî ku her roj bi bûyerên herî mezin yên weke serjêkirin, bi darvekirin û bi kuştinên jinan dimeşe. Ti ferq û cudahî di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Erdogan de nîne. Çeteyên DAIŞ,ê talan dike, tecawiz, xenîmetê dike û serjê dike. AKP jî bi girêdayî siyaseta faşîzmê bi her rengî kuştinê rewa dibîne. Dewleta AKP’ê tecawiz, qetilkirin û di girtîgehan de kuştina girtiyan rewa dikin. Li her qada jiyanê ji bo kuştinê li ser kar e. Di nav malbatan, li kolanan, li ser rê û di nava meclîsa mezin a mîlî de jî şîdetê li jinê dike, qaşo meclis nirxê komara Tirkiyê diparêze. Ev çi nirx in ku li ber lingan diçe. Li her derî kujer û zilamên AKP’ê, ne zarok, ne jin, ti kesî nas nake û her mirovekî ku ji bo pêşeroja civakê pêwîst e dibe hedefa êrîşên wan ên hovan e.
Ji destpêka dîrokê heta roja îro her tim jin li hemberî êrîşan li ber xwe daye û li ber xwe dide. Her wiha di şoreşa Rojava û Şengalê de, cihê xwe di çeperên pêş de girtiye. Ev di civakê de atmosferekî çawa dide ava kirin?
Berxwedana jinan weke xelekên ji agir xwe afirandiye û heta roja îro hatiye. Di nav pergala felsefeya Apoyî de bi ruhê berxwedanî û lehengiya şehîda mezin Sara ya çil sal an li hemberî zilmê, cehaletê, înkar û îmhayê li beramberî kujerên jinan têdikoş e. Tenê şer nake, rêxistin dike, siyaset ji bo avakirina civaka azad û rêxisinkirî kedeke herî mezin û bi bandor dide meşandin. Li beramberî dijminê mirovahiyê û wehşiyeta zilam, bedenê xwe û dilê xwe dikin agir û dikin bombe, di mejiyê desthilatiya zilamê wehşî diteqîne. Bi ruhê Bêrîtan û Zîlanan li hemberî xeta xiyanetê û paşverûtiya zilam têdikoşe. Bêrîtan bû berdewamiya xeta Zîlan, bû Viyan, bû Şîrîn Elemhûlî, herî dawî bû Arîn Mîrxan. Ji bo heskirina jiyana azad bedenên xwe kirin yek û destê dan hev, pişta xwe dan Xwedawendiya pîroz. Canê xwe jî kirin mertal, ruh û dilên xwe kirin pola, di mejî û dilê kujerên jinan de bûn tirsek di dilê dijmin de. Ji bo jinên cihanê jî bûn hêvî û bûn bexteweriya jiyana rûmet.
SERKETINA JINA KURD Û SERKETINA JIYANA AZAD
Destanên lehengî û egîdiya jina Kurd ku bi azadî û tolhildanên hatibû xemilandin, di roja îro de li Kobanê, Şengalê û Kerkûkê, wekî gul û nêrgizên biharê ji bo 8’ê Adara 2015’an û ji bo jinan bêhna gulên azadiyê belav dikin. Bedewbûna azadiyê di hinarûkên rûyên şervanên azadiyê de ji bo mirovahiyê mizgîniya serketina jina Kurd û serketina jiyana azad didin civakê. Her ku şer dikin cîhan azad û demokratîk dibe. Dîsa li Kobanê, Şengalê û Kerkûkê, her dengekî bombe û fîşekên şervanên YPJ’e li beramberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedana 8’ê Adarê û avakirina çanda demokrasiye ye. Her kuştinekî van çeteyan dîsa cejna 8’ê Adarê û azadiya jinên cîhanê ye. Ji bo wê serketina jina Kurd li Kobanê, berxwedaniya jina Kurd, li Şengal û Kerkûkê, bandorekî pir mezin li ser civakê û Rojhilata Navîn kiriye. Serketina Kobanê, berxwedana Şengal û Kerkûkê ji bo cîhanê mîsoger dike. Ji bo azadiya jinê civakekî demokratîk gengaz e.
QANÛNÊN BI DESTHILATDARIYA MÊR HATINE AVAKIRIN, MIROVAHIYÊ MEHKÛMÎ QIRKIRINÊ DIKIN
Ji niha şûn ve pêdiviya jinan bi rêxistineke çawa heye?
Ew rastiya ku civakbûyîn bi jinê hatiye ava kirin, her pêşengtiyê dike. Qanûnên wehşî yên bi desthilatdariya mêr hatine avakirin, di serî de jin û tevahî mirovahiyê mehkûmî sîstemên qirkirinê dike. Kapîtalîzma ku îro xuyakirina krîza şaristaniyê ye, xwe bi avahîbûnên weke dewletên neteweyî bi berdewamî mirovahiyê ber bi qedandinê ve dibe. Ji bo civakeke azad û demokratîk rêbertiya me projeya neteweya demokratîk pêş xistiye. Jina ku xwe di nav wê pergalê de bi rêxistin dike, bi teqes nîzîkî azadiyê xwe ye û civakeke diafirîn e. Ev modêleke ku li dijî hemû paşverûtiyê, ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk a ku mafê tevahî mirovahiyê di parêze.
SEDSALA 21'AN JI BO ME AZADIYA JINÊ FERZ DIKE
Em weke tevgara azadiya jina, em bi îdîa bûn ku bi pêşengatiya jinên Rojhilata Navîn derbasî sala 2014’an bibin. Ev îdîa tevgera azdiyê di şexsê Kobanê de, di 2015’an de hate misogerkirin. Di van mercên tirsinak de ku modernîteya kaptalîst û paşverûtî di hemû aliyan de bêhn yan jî nefes li jinê çikandiye ji derveyî têkoşînê û xwe parastinê ti bijareyekî din a jinê tineye. Ji xwe di hundirê salê de revandina 5000 jinên Kurd, li Şengalê û şûnên cuda, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve çawa li ber çavê cîhanê hatin ganimetkirin, cariyekirin û hatin firotin. Ji bo wê çawa sedsala 21'an ji bo me azadiya jinê ferz dike, ji bo azadiyê jî misoger parastinê ferz dike. Lewma avakirina pergalekî altarnatîf û ji vê alternatîfê re jî pêşengatî kirin hem maf û hem jî erkekî jêneveger e.