Piştî hevjînê wê tê kuştin, dayîka 6 zarokan xwe di şewitîne

Piştî hevjînê wê tê kuştin, dayîka 6 zarokan xwe di şewitîne

Li bajarê Kerkûkê jina bi navê Leyla Bahendîn a dayîka 6 zarokan, piştî ku hevjînê wê di teqînekê de jiyana xwe ji dest da xwe şewitand.

Li taxa Kurdistana bajarê Kerkûkê Leyla Bahendîna  temen 35 saliya dayîka 6 zarokan ku, berî demekê hevserê wê di buyerekê de li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da bû, ji ber ku tu kesên ku lê xwedî derbikeve nebûn û rayedarên peywendîdar jî alîkariya pêwist pêşkêş nekirin, di 19’ê Tirmehê de xwe şewitan.

Hat ragihadin ku, Leyla Behendîn xwe di hewşa mele şewitandiye. Heya ku derdor û cîranên derdorê gihanê li ber çavên zarokên xwe jiyana xwe ji dest da.

Di demekî ku, Kerkûk yek ji wan bajarên di asta cihanê de dewlemed tê pejirandin û piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê ji sala 2003 ta niha petrolê dişîne welatên cîhanê, lê ta niha jî jiyana xelkên bajarê Kerkûkê sererast nebûye. Her ku diçe bûyerên civakî û şidetê têde zêde dibe û aboriya bajêr têk diçe.