Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Qendîlê bi dawî bû

Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Binarê Qendîl bi gerandina govend û dirûşman bi dawî bû.

Pîrozbahiya 8’ê Adar ya li gundê Dare Kotirê ya Binarê Qendîlê ku di saetên nîvro de destpê kir, bi gerandina govendê bi dawî bû.

Di pîrozbahiya 8’ê Adarê de peyamên KJK’ê, RJAK, Tevgera Azadî, Nûnertiya Kongra Star û Fadîle Tok hatin xwendin û dayîn. Her wiha peyama KJAR’ê jî hate pêşkêşkirin.

Di peyaman de azadî ji Ocalan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate xwestin û timî dirûşmên, “Bijî Rêber Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin gotin û silav ji berxwedêrên greva birçîbûnê û bi taybet ji pêşengên berxwedanê Leyla Gûven û Nasir Yagiz re hatin şandin. Her wiha banga bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê hate kirin.

Koroya Kevana Zêrîn ya Mexmûrê, Hunermend Nermîn Reza, Koma Govendê ya Şehîd Destîna, Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed, Koma Def ya Sehr El Werdî derketin ser dikê û girseyê coşandin.

Li qada çalakiyê di destê zarokan de nivîsên, “Bijî Rêber Apo” û “Tecrîdê bişkînin” hatibûn rakirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.