Peyama Tûncel a ji bo 8'ê Adarê: Em berxwedana jinê geş bikin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel ji bo 8'ê Adarê peyamek şand. Tûncel got, "Yekane tişta divê li dijî pêkanînên faşîzmê bê kirin, geşkirina berxwedana jinê ye."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel ji bo 8'ê Adarê peyamek şand. Tûncel got, "Yekane tişta divê li dijî pêkanînên faşîzmê bê kirin, geşkirina berxwedana jinê ye."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, ku 114 roj in li Sîlîvriyê girtî ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand.
Tûncel di destpêka peyama xwe de, jinên ku dilê wan ji bo azadî, wekhevî, aştî û edaletê bi coşa têkoşînê lê dide silav kir û got, "Me gelekî dixwest, di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, ku ji bo têkoşîna me ya azadiya jinê rojeke girîng e, bi we re li kolanan, li qadan bin. Lê belê ji ber êrîşên li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê û li dijî siyaseta me ya demokratîk, em îro li zîndanê pêşwaziya vê rojê dikin. Em 8'ê Adarê ji her demê bêhtir bi coş û moraleke bilind pêşwazî dikin."
Tûncel diyar kir, di demekê de ku komkujiya jinan, şîdet û îstîsmara li jinê bi rêk û pêk tê kirin, pêwîstî bi wê heye ku jin li her qada jiyanê dengê xwe bilind bikin û piştgiriya hev a jinan xurtir bikin.
Tûncel got, "Li dijî pêkanînên faşîzan, ku neteweperestî, zayendîperestî, mîlîtarîzm, olperestî û nîjadperestiyê sor dikin; şer li jinan ferz dikin, bajarên me xera dikin, jinan derdixîne derveyî jiyana civakî û malên me digirin, yekane tişta bê kirin geşkirina berxwedana jinê ye."
Tûncel destnîşan kir, ku li dijî zext, zordarî, binçavkirin û girtina bi deh hezaran siyasetmedarên Kurd, parlamenter û hevşaredaran, xurtkirina têkoşîna azadiya jinê û geşkirina berxwedana jinê berpirsyariyeke dîrokî ye ku li pêşiya wan e.
Di dawiya peyama xwe de Tûncel 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.