Peyama Leyla Guven a ji bo 'Roja Dayikan'

Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya Roja Dayikan peyamek weşand.

Leyla Guven ku 186 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya Roja Dayikan li ser medya civakî peyam weşand. Peyama Leyla Guven wiha ye:

"Bila ti kes bi gotinên dilşewat ên li dijî tundiya li dayikên Kurd tên kirin, wijdanê xwe rehet neke. Ew dayik, ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ku gelek siyasetmedaran nekarîn çareser bikin canê xwe danîne holê, rêyeke nû nîşanî me hemûyan dane. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em li ser wê rêyê bimeşin. Pêkanîna aştiyeke bi rûmet bila soza me ji bo wan be."