Merasimên bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) li herêmên gerîlayan berdewam dike. Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat beşdarî merasimeke leşkerî ya ji bo bîranîna Zîlan hat lidarxisitn bû û diyar kir ku di pêvajoya pêşengtiyên mîna Zîlanê divê.
Di merasima li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin de tevî gelek gerîlayan, germandarên HPG û YJA-Star jî bedar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna şoreşgeriyê de jiyana xwe ji dest dane, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat axivî û diyar kir ku ew ê ji her demê zêdetir li kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane derbikevin. Serhat got; “Em ê ji bo pêkanîna xeyalên wan em ê sala 2012 bikin sala azadiya Kurdistan û azadiyar rêbertiyê. Em careke din soz didin şehîdên xwe yên pîroz.”
Serhat got; “Ev rastîyek e. Kurdan cara yekemîn xwe bi Rêber Apo û PKK’ê dîtin, nas kirin. Cewhera vê yekê jî şehîd û xeta PKK’ê ne. ji ber wê jî Rêber Apo her tim dibêje PKK partiya şehîdan e. bi rastî jî PKK partiya şehîdan e.
Hevala Zîlan yek ji bedelên hatine dayîn e. Çalakiya hevala Zîlan jî hêza Kurdan û jina Kurd nîşanî hemû cîhanê da. Çalakiya hevala Zîlan hêz û rêxistinbûna jinê nîşan da. Piştî wê PAJK hat avakirin. Xwedîderketina li şehîdan ne tenê bîranîna wan e. Bersivdana pêvajoyê dilsoziya bi bîranîna wan re ye.”
Serhat bal kişand ku di dîroka têkoşîna azadiya Kurdan de gelek qehreman derketine û got; “Lê evane têrê nakin. Ji ber ku rastiya têkoşîneke berdewam dike heye. Îro gelê me rabûye ser piyan, gelek pêşketin bi dest xistin, pêşveçûnek çêbû. Em her roj şehîdên xwe bi bîr tînin. Lê îro têkoşîna me bi hemû zîndîtiya xwe ve berdewam dike. Divê em bi awayeke baldartir li ser rastiya sala 2012 bihizrin û rawestin. Ev rastî çi ye? Em tu tiştekê îdealîze nekin. Tiştek ku neyê biserxistin, tune ye. Rastiya rêbertiyê nîşan dide ku em dikarin her tiştê bi ser bixin. Dîsa divê em bizanin ku em dikarin di şexsê şehîdên xwe de bi ser bikevin.”
Serhat destnîşan kir ku ev çalakî bi awayek dem kurt pê nehatine û got; “ Divê her kes bi qasî ku dikare û dizane tevil bibe. Divê peywira dikeve pêşiya wan pêk bînin. Mirov nikare bi tevlîbûneke ji rêzê roleke dîrokî bileyîze. Çawa ku di sala 96’ê de pêwîstiya dîroka mirovahiyê bi guhertinekê hebû, îro jî pêwîstî pê heye. Di sala 96 de li hemberî Rêbertiyê êrîş pêk hat. DYA, Tirkiye û Îsraîlê di êrîşê de cih girtin. Toneke TNT teqandin. Pêşengtiya hevala Zîlan ji bo vê êrîşê bersivek mezin bû.
Dijmin di şer de hemû cure hovitiya bi kar anî. Bi taybet di salên 93-94’an de bi awayeke berfireh rêbazên nemirovane li hemberî gelê me bi kar anî. Gudên me bi balefiran bombebaran kirin, kuştinên kiryar nediyar, li Kurdistanê rewşa awerte hebû. Dîsa li her aliyên Kurdistanê embargo hebû. Çima? Ji ber ku dijmin li hemberî têkoşîna me ket tengasiyan. Ji ber ku ket tengasiyan bi awayeke hovane êrîş kir. Dijmin ji bo tunekirinê Rêbertiyê kir hedef. Yanî bi bombeyên li Şamê teqiyan Rêbertiyê kirin hedef. Lê bi ser neketin.
Wê demê pêwîstiya me bi serkeftinê hebû. Hevala Zîlan jî di wê demê de çalakiya xwe pêk anî. Di nameya xwe de dibêje. Di êrîşa 6’ê gulana 1996 li hemberî Rêbertiyê pêk hat, de hedef hemû Kurd bûn. Divê em pêvajoyê fêm bikin, xwe li gorî vê amade bikin û pêvajoya pêşengtiyên mîna Zîlanê divê.”
Piştî axaftina Serhat dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Piştre jî şahiya gerîlayan dest pê kir. Helbestên ji bo Zîlanê hatibûn nivîsandin hatin xwendin, stran hatin gotin, şano hatin nîşandan. Merasim bi gerandina govendê bi dawî bû.