Pêkanîn tenê beden û tenduristiya jinê hedef nagire..

Pêkanîn tenê beden û tenduristiya jinê hedef nagire..

Parêzer Hulya Gulbahar destnîşan kir ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirk ji laboratuvaran re giştînameyek şandiye û agahiyên encamên testa ducaniyê ya jinan xwestiye. Gulbahar da zanîn ku bi van pêkanînan tenê beden û tenduristiya nayê hedef girtin, gelek mafên makeqanûnî jî binpê dike.

Parêzer Hulya Gulbahar ku hevpeyvînek dabû rojnameger Ayşe Arman diyar kiribû ku Wezareta Tenduristiyê hemû agahiyên jinên ku testa ducaniyê dane laboratuvaran xwestiye. Hulya Gulbahar ji ANF’ê re jî axivî wiha got: “Ji hemû laboratuvarên tibî yên tehlîsê re giştîname hatiye şandin. Encamên testa ducaniyê xwestiye. Bi vê pêkanînê beden û tenduristiya jinan hedef hatiye girtin.”

Gulbahar bal kişand ser daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê yên ji sala 2008’an heta niha ku dihat gotin bila jin û pêçik (pitik-bebek) di bin çavdêriy de bin û got van agahiyê testa ducaniyê didin hekîmên malbatê û ev dê ji aliyê hekîmên malbatê ve bên şopandin.

Gulbahar wiha pê de çû: “Tirkiye vê mijarê her diçe berfirehtir dike. Wezareta Tenduristiyê ewil qebûl ki rku encamên tesan ji hekîmên malbtê re dişîne û pêkanîn aşkera kirin. lê pişte ji ber bertekên rayagiştî ev rewş ji aliyê wezaretê hate derewkirin. Ev pêkanînên bi vî rengî gelek mafên makeqanûnî jî binpê dike.”

Gulbahar di berdewmiya axaftina xwe de wiha got: “Ev pêkanîn mudaxaleya jiyana taybete. Mafê welîdînê ya jinan bi vê pêkanînê tê binpêkirin. Mafê jinan-mêran yên jiyana wan a taybet ji destê wan tê girtin. Bi heman awayî mafê hekîm û nexwşan jî tê binpêkirin. Ev pêkanîn tenê beden û tenduristiya jinê hedef nagire. Dibêjin em dê hekîman ji şîdetê biparêzin. Lê projeyê qeydkiirina hevdîtinên nexwş û doktor dikin meriyê. Li Tirkiyeyê hemû jiyana taybet di kontrolê de ye. Ji bo ev yek bê rawestandin divê em dengê xwe bilind bikin.