Parêzvana mafên mirovan a Îranî Sotudeh hate girtin

Parêzvana mafên mirovan û parêzera Îranî Nesrîn Sotudeh ku Xelata Sakharovê girtiye, ji aliyê rejîmê ve hate girtin.

Hevserê wê Reza Kahndan bi rêya medya civakî ragihand ku xwediyê xelata Sakharovê Nesrîn Sotudeh hatiye girtin.

Reza Khandan ragihand ku parêzvana mafên mirovan û parêzera 55 salî duh hate destgîrkirin û piştre hate girtin. Khandan diyar kir ku hêzên rejîmê hevsera wê birine Girtîgeha Evîn a li Tehranê û ji bo girtina wê jî cezayê girtîgehê yê 5 salan hincet nîşan dane.

Lê tê gotin ku li ser cezayê girtîgehê yê li Nesrîn Sotudeh hatiye birîn, agahî jê re nehatiye dayin.

Nesrîn Sotudeh dema dawî jinên ku ji ber serê xwe nenixumandine doz lê hatine vekirin, diparêze.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewyî (AI) girtina Sotudeh bi zimanekî tund şermezar kir.