Parêzvana mafê mirovan a Îranê Nêrgiz Muhemedî serbest e

Parêzvana mafê mirovan a Îranê Nêrgiz Muhemedî serbest e

Parêzvana mafê mirovan û nivîskara Îranî Nêrgiz Muhemedî ya ku ji 4’ê adarê ve li Îranê girtiye, serbest hat berdan.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîteya Nivîskarên Girtî ya PEN’ê Nêrgiz Muhemedî di 30’ê tîrmehê de li Tehranê serbest hatiye berdan.

Mihemedî di 21’ê nîsana 2012 de ji malê hat girtin û şandin girtîgehê û bi hinceta “binpêkirina ewlekariya neteweyî” 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Alîkara Serokê Navenda Mafê Mirovan a Îranê Nêrgiz Mihemedî, hevala nêzîk a xebatê ya wergira xelata Nobelê Şîrîn Ebadiyê ye.