Parêzerên jin bertek nîşanî TBB'ê dan

Parêzerên jin bertek nîşanî TBB'ê dan

247 parêzerên jin diyar kirin ku, di doza Fethiyeyê de bersûcên ku ji tecawizê dihatin darizandin beraet bûn û Serokê Baroya Muglayê Mustafa Îlker Gurkan ku bersûc diparast û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) daxuyaniya têkildarî mijarê de rast bikin.

Serokê Baroya Muglayê Mustafa Îlker Gurkan doza tecawizê ya Fethiye dabû ser xwe û bersûc parastibû. Endamên Feminîst ji destpêkê heta dawiya dozê hemû geşedan şopandin, lê li gel hewldanên jinan bersucên doza tecawiza Fethiye dîsa hatin beraet kirin. Serokê Baroya Muglayê Mustafa Îlker Gurkan, hem bersûc parastin û hem jî xwest jinên ku rastî tecawizê hatine paşeroja wan û têkiliyê wan yên di nava malbatê de bê lêkolînkirin.

Piştî aktîvîstên Feminîst li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) gilî kiribûn, Lê dîsa TBB'ê li Serokê Baroya Muglayê xwedî derketibû. Li ser vê yekê 247 parêzerên jin nivîsek ji TBB'ê re şandin û xwestin Serokê Baroya Muglayê Mustafa Îlker Gurkan gotina xwe bi paşve bikişîne. Lê li gel vê eykê dîsa TBB'ê li Serokê Baroyê xwedî derket û diyar kir ku li gel Mustafa Îlker Gurkanin.

Pişti daxuyaniya TBB'ê Serokên Baroyên Afyon, Aydin, Balikesir, Bîlecîk, Bûrsa, Çanakkale, Denîzlî, Edîrne, Kirklarelî, Kocaelî, Kutahya, Manîsa, Sakarya, Tekîrdag, Uşak, Yalova, Stenbol jî bi heman rengî daxuyanî dan.

5 SALIN EM DOZÊ DIŞOPÎNIN

Parêzerên jin diyar kirin ku, 5 salin dozê dişopînin û Serokê Baroya Muglayê Mustafa Îlker Gurkan ketiye dozê û li bersûc xwedî derketiye. Jinan, anîn ziman ku ji destpêka dozê heta niha her tim li dijî jinê tev geriya ye û jin wekî sûcdar nîşan daye. Jinan, anî ziman ku li Tirkiyeyê her rojê 5 jin tên kuştin û li gorî danêyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê ji sedî 35.6 rastî tacîz û tecawiza nava malê tên. Jinan, da zanîn ku Serokê Baroya Muglayê Mustafa Îlker Gurkan li hemû paşeroja mexdûr lêkolîn kiriye û hemû jiyana wê ya taybet vekolaye.

'EM DÊ REXNEYÊN XWE BERDEWAM BIKIN'

Jinên parêzer, da zanîn ku ew dê li dijî pergala koletî, bindestî, serdestî û feraseta zilam li gorî sincê xwe yê pîşeyî tev bigerin û her tim rexne bikin û rexneyên xwe berdewam bikin.

Parêzeran, da zanîn ku ew dê her tim mafê jiyanê û mafê mirovan biparêzin û li dijî neheqiyê dengê xwe bilind bikin.