'Parastin nirxên civaka exlaqî û polîtîk e'

Hêzên Parastina Civakê ya Jinê, bi dirûşma 'Parastin bingeha hebûna civakê ye' li Kobanê bi berpirsyariyeke girîng tevdigerin.

Parastin rêgeza bingehîn ya jiyana ruhber û cîhana me ye. Civaka bê parastin neçarî asîmlasyon û tunekirinê tê. Jiyan bi parastinê xwedî wate dibe. Erka bingehîn ya hêzên çekdar ewlekariya gel û dayîk nîştîmanê ye.

Li Rojavayê Kurdistanê 14'ê Çileya 2018'an parastina jinê hate avakirin û yekemîn konferansa xwe 7'ê Gulana 2018'an li darxistin. Li tevahiya herêmê navendên jinan ên parastinê hatin birêxistinkirin.

'PARASTIN BINGEHA HEBÛNA CIVAKÊ YE'

Rêveberiya Parastina Jinê ya Kantona Kobanê Zeyneb Ehmed bal kişand ser xwe parastinê û got: "Di dema ku me (HPC-JIN) ava kir armanc ne tenê rakirina çekê bû. Ya girîng ji bo me jin bikaribin bi vîna xwe, xwe biparêzin û di heman demê de jî bibin xwedî zanista jiyaneke bi ewle. Destpêka şoreşê jî jin di nava hêzên leşkerî de hebûn, lê belê piştî komkujiya Kobanê me pêwîstî dît ku em hêzên hundirîn ên parastinê ava bikin."

'PARASTIN EWLEHIYA JIYANÊ YE'

Zeyneb Ehmed di dawiyê de bal kişand e ser parastina jiyana zarokan û wiha pê de çû: "Li welatê ku bi tunebûnê re rû bi rû bimînî mirov neçare ku xwe bi her şêweyê biparêze. Ji ber ku hêzên dagirker weke dewleta Tirk di her demekê de êrîş li ser xaka me dike, em jî ji bo parastina xwe fêrî bi karanîna çekan dibin. Xalek din jî ku dikeve nava parastinê ew jî parastina li beramberî pergala mêran e. Ku di civakê de zarok tên zewicandin, dema jin bibin xwedî zanista xwe parastinê wê nehêlin zarokên wan bi awayek ne rewa werin zewicandin."

'ASAYÎŞ YEK JI RÊBAZA PARASTINA CIVAKÊ YE'

Endama asayîşa Kobanê Silava Mihemd Elî jî diyar kir ku erka wan parastina civaka ye û got, "Asayîş û polîsên trafîkê xwedî erka rêk û pêkirina nava bajar û gundan e. Erka me ya sereke parastin û aramiya nava gel e. Herî zêde em li ser bendên kontrolê disekin ji bo ketin û derketina herêmên niştecîhiya gel. Piştî li darxistina şoreşê jin zêdetir bûn xwedî hêz. Yek ji wan nimunan jî hebûna me ya di nava asayîşê de ye. Niha hejmara me ji xortan zêdetir e û em bi dilxweşî vê erkê pêk tînin. Cihê ku asayîş û polîsên trafîkê lê tunebin li wir ewlehiya gel lewaz dibe. Em her roj derdikevin ser bendan da ku ewlehê di navbera wesayitan de çêkin ku tu astengî dernekevin. Dema hêza asayîş di nava gel de tune be wê demê ewlehiya bajar lewaz dibe."

Polîsên trafîkê cihê xwe di nava asayîşê de digre, rola trafîkê di nava gel de rêk û pêka bajar disipilîn dike.

Asayîş erka xwe ew e ku di nava gel de ewlehiya bajêr diparêze û kontrola wesayitan li ser bendan dike. Di nava asayîşa giştî de ya jin jî hatiye avakirin û xwe birêxistin kiriye û rola xwe di nava civakê de dilîze di destpêkê de hejmara jin kêm bû, lê niha hejmara jinan ji ya xortan bêhtire.