PAJK: Têkoşîn xwişkên Mîrabel bû mînak ji milyonan jin re
PAJK: Têkoşîn xwişkên Mîrabel bû mînak ji milyonan jin re
PAJK: Têkoşîn xwişkên Mîrabel bû mînak ji milyonan jin re
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê daxuyaniyek nivîskî wişand.
PAJK’ê diyar kir ku Têkoşîna xwişkên Mîrabel ku ji aliyê Komara Domînîk ve hatin qetilkirin, bû mînak ji milyonan jin re û wiha got: “Têkoşîna jina azad a ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ket û bi jinên kurd re meşiya, mînaka vê ya herî berbi çav e. Hişmendiya zilam a komploger ku xwişkên Mîrabel qetilkirin, vê carê jî li Parîsê sê jinên şoreşger qetil kirin. Bêguman komkujiya li Parîsê, komjiya jinê bi xwe bû. Ev komkujî bêtehemûliya li hemberî têkoşîna jinên kurd bû. Divê li hemberî van komkujiyan jinên kurd hîn zêdetir deng û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
PAJK’ê bal kişand ser şîdeta li dijî jinê û diyar kir ku ev bi hezaran salane ji jinan re hemû rêyên şîdetê rewa hatine dîtin û wiha hat gotin: “Jin ji civakê hat dûrxistin û dest danîn li ser rih, hest, beden, fikr, ked , nirx û hilberîna wê. Yekemîn komplo li hemberî jinê hat kirin. Çanda tecawizê ya 5 hezar sal vê yekê rave dike.”
Daxuyaniya PAJK’ê wiha berdewam dike: “Hemû pêkhateyên qirêj û bêwijdan di destpêkê de li hemberî jinê tên birêve birin. Sîstema kapîtalîzê hem li hemberî jinane, hem jî sîstema qirkirina jinan pêk tîne. Lê belê xwe weke sîstema herî pêşketî û azadîxwaz nîşan dide û dixwaze ku jin jî vê yekê wisa bizanin. Darbeya herî mezin li vê derê li jinan dixe. Sîstem dizane ku alternatîfa herî mezin hêza jinê ye û ji ber vê jî dibêje ‘li jinê bixin’. Bi riya jinê dixwaze civakê ji civakbûyînê derbixe.”
PAJK’ê destnîşan kir ku di roja me ya îro de jî gelek jin rastî teciz, tecawiz û lêdanê tên û ev tişt anîn ziman: “ Li gelek welatên cîhanê li kolana jin tên kuştin, tecawîzkirin û li hemberî vê jî civak temaşevan dimîne. Hemû riyên şîdetê ji jinê re rewa tên dîtin. Bi hezaran jinên ciwan di fuhuşê de bikartînin û bi hezaran jinên ciwan bi kesên ji temenên wan pir mezintire tên zewicandin. Bi taybet jî li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran jin bidin navê namûsê de tên kuştin û hesabê vê yekê jî nayê pirsîn. Li hemberî van hemû pêkutiyan jî hiqûqa dewletê bêdeng dimîne. Ev jî zîhniyeta dewletê ye. Divan demê dawiyê de kuştina jinan û tecawizkirina jinan ku çêdibin faîlê wan fermandar, polîs, li qereqolan, dibistanên YÎBO’yê ve çêdibin. Ev yek jî bi awayekî bizanebûn ji aliyê dewletê ve pêk tê.”
PAJK’ê diyar kir ku hişmendiya baviksalarî çiqas erîşî jinê bike bila bike, çiqas di koledariyê de israr bike bila bike, ew nikare têkoşîn û xwesteka jinê ya li hemberî azadiyê têk bibe. PAJK’ê anî ziman ku pêşengiya jinên kurd di serhildana Kurdistanê de ispata vê yekê ye û wiha got: “Jinên di Şoreşa Rojava de cih digirin hem li qadên şer hem jî di avakirina pergala demokratîk de pêşengiyê dikin û bi fedakariyek mezin têkoşîna xwe berdewam dikin. Îsal di 25’ê Mijdarê de çalekiyên girseyî tên lidarxistin. Jinên kurd li temamê parçeyên Kurdistanê, li Tirkiye û Ewropayê li kolanan ji bo azadiyê têdikoşin. Em jî weke jinên gêrîla ji vê yekê hêz û moralek mezin digirin. Wek gêrîlayên jin em hem di hişmendî û hestiyarî de, hem jî di pratîkê de rêhevalên jinan e. Di serî de em dayikên ku êş û azarek mezin kişandine, temamê jinên şerê azadiyê didin û jinên ciwan ên têkoşer silav dikin. Em bang li jinan dikin ku ji bo têkoşînek mezintir, bila werin çiyayên azad ên Kurdistanê.”