Koordînasyona PAJK'ê ji ber sedema 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Dinyayê daxuyaniyek da û bal kişande ser wê ku raza wan zanyariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Koordînasyona PAJK'ê got, ''Em vê 8'ê Adarê bi nalîna dinyaya yixtiyar a ji ber destê faşîzma nêr pêşwazî dikin. Faşîzm ku qonaxa dawî ya îcada hişê nêr ê zilêm netew-dewletê ye, ji bo ku dinyayê reş girêbide, çi tiştê ku têkildarî mirov, jiyanê, xwezayê ye qira wan tîne, weke hovan êrîş tîne, tine dike. Tenê tine nake, bi hezaran rû û fêhl û finasan, civakê ji esl û fesla wê dûr dixe, bi kapîtalîzmê jehrî dike, ji şekl û şemala wê dixe'' û berdewamî diyar kir ku berê jin û zarokan didine şer, birçî, şepirze dikin, berê wan didine çolan û di behran de wan didin fetisandin.
Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku piştre bi dilovaniyeke qelp jinan, zarokan di hembêza xwe ya xwînî de hembêz dikin, dil û çavê dinyayê deq dikin û wiha got: '' Faşîzm têr nabe, her ku jê tê hildiweşîne, weke gurên birçî xwe zêrdikiyê, talan dike, zêdetir didize û jê dixwe. Keda jin û civakê dimije û dibe cinawir.
HEVÎRTIRŞÊ FAŞÎZMÊ-NÎJATPERESTÎ
Baronên kapîtalê li plazayan qedehên xwe li hev didin, malên jinan, bajarên wan, gundên wan ji keçikên niftikfiroş weke ku tolê hilînin dişewitînin û kavil dikin. Ev zilamên hov ku girêz bi devê wan dikeve û êrîşî bedena civakê dikin, bi postalên xwe pê li xweliyên giyanên me dikin, li hemû kuçeyên ku em tê re diçin, li hemû mekanên ku em dest lê didin, reşeyên faşîzmê datînin.
Nîjatperestiya ku bi dîndariyê hatiye xemilandin radikin pêdarê, li hemû deverên ku çavê me lê dikeve, li hemû deverê ku em lê dihilmijin YEK-ZILAMAN hildiavêsin. Nîjatperestî û netewperweriya hişk ku hevîrtirşê faşîzmê ye dîn û har dikin, civakê dikine koroya ker û lalan a yek dengî. Rih ji civaka homojenbûyî diçe, rengên wê diçilmisin, hişê wê dihêrife. Bi vî rengî her kes dibe wek hev, dibe yek tîp, rajêrî dîktatoran dibin.
Em jin van YEK-ZILAMAN nas dikin ku li hemû dinyayê geh weke kovboyan, geh bi cûbeyên xwe û gih jî bi madê xwe yên tirş derdikevin pêşberî me. Zilma yekdestia zilêm ku ji destpêka dîrokê ve zilamê kone ava kiriye herî baş em nas dikin. Ji ber sedema şerê hegemonya ya van yek zilaman zarokên me ji şûnwarên xwe dibin, keçên me ber bi fihûşê ve dişemitînin, li bazarên koleyan difiroşin. Li gel van hemû tiştan wê mêtingerên herî berê yê mêjûyê nebêje NA lê wê kî bibêje?
EM HEMÛ DEST BIDIN HEV JI BO DINYAYEKE EKOLOJÎK
Ji ber sedema birçîbûna desthilatdarî û karê zêde ya YEK-ZILAMAN ku çavê wan têr nabe, dilê dayika me xweristê her roj xwîn digirî. Ji bo zêdetir betonan, zêdetir grî, zêdetir metal bêhna jiyana me, daristan têne şewitandin. Ekosîstema bi milyonan mirov li ber çavê me dişewitînin. Agir ew çend geş û gur kirine qêrînên dayika me xweristê di nav dûxanê de dimîne. Çemên me bi azadî naherikin, bermahiyên neftê ji mêj ve ye ku şîna zeryayên me herimandine. Wê keçên dayika xweristê ji van qanûnên zilêm ên hiweşîner re nebêjin NA lê wê kî bibêje? Li dijî vê dinyaya ku ji her hêlê ve bûye nîgaşî kirdeyên jiyanê, damezirînerê jiyanê jin wê ranewestin lê wî kî raweste? Heke di vê 8'ê Adarê de em hemû ji bo dinyayeke ekolojîk dest nedin hev, jiyan ku pîroztirîna me ye wê ji nav lepên me bişemite.
Heke em ji faşîzmê re nebêjin raweste, mîkro kozmos ku zîrektirîn hebûna gerdûnê mirov di nav gerdûnê de ava kiriye jî wê têk biçe. Faşîzma netew-dewletê bi halanên xwe yên yekdengî, çawa ku civakan, çandan ji hev dixe, dike goristan, jiyana jinan jî her roj bi terora zilêm dikuje. Heke em li dijî terora zilêm, li dijî tundiya wî, komkujiyên wî nebêjin NA, jiyana jinan zêdetir wê di nav tariyê de bimîne, bibe dojeh. Sîstema kapîtalîst bi zayendîparêziyê ku siha têkiliyên civakî yê nîjatperestiyê ye, her roj li jinê dixe, her roj dest li hermû tiştên jinê werdide.
HÊVÎ EM IN
Di vê 8'ê Adarê de divê neteweya jinê, li hemû dinyayê li dijî dîktatoran li jiyanê xwedî derbikeve, jiyana xwe, bi qanûnên azadiyê ji nû ve bihone. Em nikarin ji wan kesan tiştekî hêvî bikin ku me ji me didizin, me tenê weke jinên xwe, dayikên xwe û qerwaşên xwe dibînin. Beriya niha bi 100 salî ne em bûn ku li Emerîkayê me barîkat hilweşandin? Ne em bûn ku li heman cografyayê weke pişkivandina damarên azadiyê ku me digot, ''hêz em in, dadmendî em in'' Naxwe divê giyanê demê bi jinanî were xwendin, li dijî faşîzmê ku dixwaze dinyayê biqurpîne, divê em xwe li tekane rêya xwe têkoşînê bipêçin, divê xwe ji van edûyan xilas bikin ku ketine navbera me û jiyana me.
Ji bo vê jî divê em çanda zayendîparêz, kodên koledariyê yên ku di sisîka jinê de hatine çandin li bin guhê erdê bixin û bihêrifînin. Li dijî zordestiya ku aqilê nêr li ser bedena me, giyanê me û hişê me ava kirî divê em şer ragihînin. Li dijî van kirdeyên yekdestiyê ku jin kirine objeya neteweya pîroz em nebêjin NA, jiyana me, wê di nav wan xelekan de ku bi ERE'yan hatine pêçan bihele û tine bibe.
DIBE KU SIBE PIR BI DERENGÎ BIKIEVE
Ji bo vê jî 8'ê Adarê divê em xemla xwe ji bo xwe girêbidin, ji bo xwe bikenin, ji bo xwe bixebitin, ji bo xwe bistrînin û govendê girêbidin, ji bo ku em bibin xwe divê em xwe li ber avên okyanûsan berbidin. Xwebûnê bi EMBÛN'ê çêdibe. Cihêrengiyên me digihijin hev zêde dibin, xweşik dibin û ji hemû jinan re dibine şexçirax. Ji ber vê jî, ji bo ku em jiyanê serfiraz bikin, milikan hilbikin, milan bidin hev, enerjiya xwe bikin sinerjî û ji bo têkbirina faşîzmê divê em bikevin nav liv û tevgerê. Dibe ku sibe pir bi derengî bikeve, di berbangê de dibe ku darbekar xwe li deriyên me bixin. Êşkence, kuştinên kiryar nediyar, girî dibe ku bibe jiyana me bixwe. Dîrok ji bo bendewar û bîneran weke şûrekî devtûj e. Heke em bi dengê xwe yê gur, bi qêrînên xwe nikaribin împratoriya tirsê ya sîstema zilam-salariyê têk bibin, em ê bibin hêsîrên tirsê û nûçika pergalê. Ji bo vê jî divê em hêt û dîwaran hilweşînin, xwe bera kuçe û kolanan bidin, xwe bigihînin peravan. Heke em dest bidin hev, heke em dengê dilê hev bibihîsin û bi aqilê xwe yê efsûniya mihteşam a hevpar ê ku pêjnan dike bawer bin, em ê li ti bend û astengan ranewestin.
Naxwe divê em ji mêjûya xwe ya berxwdêr û azadîxwaz feyzê bigirin, divê em bizanibin ku tekana rêya bûneweriya azad rêxistinbûn e û em rêya xwe diyar bikin. Heke em azad nebin, em ê di gerînekên faşîzmê de bi vir de û wir de biçin, ji xwe dûr bikevin û dîsa bibin ê piştre hatî. Bi tevlêbûna avakirina neteweya demokratîk ku pergala jinê ye, ya bi rengekî eşqê û coşdarî û kedê, em dikarin xwe û nasnameya xwe azad bikin. Dojeha faşîzmê tenê di neteweya demokratîk ku baxçeyê gelan de dikare veguhere bihiştê. Tam dema wê ye ku li dijî yekrengiyê pirrengî û dewlemendiya çandê were avakirin.
BI HÊZA ÇALAKÎ, TÊKOŞÎN Û YEKÎTIYÊ
Ji bo vê jî divê jina Kurd ku pêşenga têkoşîna azadiya jinê ye 8'ê Adarê li faşîzmê bike şevreşk. Rêya xwedîderketina li Sara, Sêvê, Aysel, Ekîn û dayikên Taybet ew e ku zêdetir têbikoşin, zêdetir xwe bi rêk û pêk bikin û zêdetir li xwebûnê derdikevin. Divê em baranên asîdê yên ku ji jêrzemînan hovîtiyê berjor bûne bi 8'ê Adarê re em bikin barana biharê. Barana vê biharê divê bi Newrozê biçoşe, divê weke bestekê biherike, faşîzmê binerd bike û têk bibe. Li Rojava, li Şngalê li dijî faşîzma reş a DAIŞ'ê ku kesekî nediwêrî bike, me nîşanî dinyayê da bê ka hêza parastina xweser dikare çi babilîsokê rake.
Em jinên ji wê çand û keleporê ne ku bi Iştaran bûne, bi Leyla Qasim me serî hildaye, bi Zîlan û Arîn em bûne cangorî. Raza me ji zanyariya Rêber Apo û hevrêtiya wî ye ku bexşî me jinan kiriye. Heke em serî rakin dinya wê bihejije û faşîzm ji tirsan wê ji xwe re li qulikê bigere. Jinên Kurdistanî bi hêza çalakî, têkoşîn û yekîtiyê careke dî wê bibin şevçiraxa şeva dinyayê. Weke ku Clara jî gotî, heta ku pişta faşîzmê li erdê neyê xistin di nav me de heqe kesekê nîn e ku bêhne vede û molayekê bide. Ji ber 8'ê Adarê em careke dî li ber şehîdên xwe yên berz û bala em kirnûş dibin û diçine sicûdê, em sond û peyman didin ku bîranînên wan bi serfiraziyê bikin zerzeng û tacîdar bikin.''