PAJK’ê Sema Yuce bi bîr anî

PAJK’ê Sema Yuce bi bîr anî

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) mîlîtan Sema Yuce ku 14 sal berê bedena xwe da ber agir bi bîr anî.

PAJK’ê ji bo bîranîna Sema Yuce ku di 21’ê adara 1998’an de agir berda bedena xwe û 17’ê hezîrana 1998’an de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî da. PAJK’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku bi sekna azadiyê ya Heval Sema, keda ku afirandiye, têkoşîna xwe bilind û berfireh dikin.

PAJK’ê di daxuayniyê de wiha got: “Ligel ku dîrok hişmendiya me ya civakî û mêjiyê me ye, îfade dike ku em ji ku tê. Li hemberî dîroka serdestan, divê em dîroka xwe derxin derve, bi wate bikin. Ji ber vê jî di her şert û mercî de bi bedeldayînê em dîroka xwe bi dest dixin. Tevgerek ku wekî me têkoşîna azadiyê dimeşîne, her roja xwe wisa pêşwazî dike. Em bi qasî ku jiyanek watedar diafirînin, xwedî li bedelên xwe jî derdikevin. Bedel bi tecrubeyên bi êş hatin dayîn. Hema hema di her mehê de, bê dem bi hezaran hevalên me ji nava me veqetiyan û din av arastiya şehîdan de malê dîrokê bûn. Ji ber vê me ev yek ji xwe re peywir dît ku em li nirxên wan yên ku afirandine xwedî derkevin. Di vê esasê de bi wesîlaya 17’ê hezîranê şehadeta Sema Yuce em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û em careke din dibêjin ku em dê dilsozê têkoşîna wan bin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di têkoşîna azadiyê de gelek hevalên me yên jin şehîd ketin. Em jî bo ku xeta wan a bi rumet bi xwe re ava bikin têkoşînê dimeşînin. Ew hevalên me yên ku xwe ji bo êşa gel fêda kirin bû. Wan tu carî kolekî, bindestî wekî qederê nedît. Ew xwedî vê hişmendiyê bûn ku gel xwe ku bigihije nirxên xwe yên esas dê azadî bê. Em wekî gel dîrokek me ya bi kevn heye. Em pir zêde bi komkujî, asîmîlasyon û şîdetê re rû bi rû man. Bi hezaran hevalên xwe wenda kir. Me li hemberî êş, teslîmiyet, asîmîlasyon, bênasnamebûn, koletî û bê kîmetbûnê li ber xwe da. Berxwedan ji bo me wekê çandekî ye. Hevala me ya Sema jî şopdara vê çandê ye. Hevala me Sema li hemberî hemû xiyanet û teslimiyetê li ser navê girêdana bê dawî ya têkoşîna xwe ya bi rumet bi gotinên ‘Jin reviyên agirên kurd in. Jin dê ji koza agir dîsa pêkeve û damezrînerê Kurdistana azad be” bedena xwe da ber agir. Sema heval Rêber Apo kir yek navendek. Çawa ku li esmanan du roj tuneye, wê jî got dur rêber nabin. Em jî weke jinên Kurdistanê û wekî têkoşerên azdiyê bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî’ hamleya ku dabû dest pêkirin bi hêz dikin û hemû jiyana xwe û xebatên xwe li navendê bidin runtiştandin dê bibe bersiv.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Sema Yuce bi feraseta xwe ya jiyanê û “hezkirina Rêber Apo fedayî û şoreşgera xeta azadiyê ye” û wiha hate gotn: “Îro em bi keda ku Sema afirandiye mezin dibin. Bi qasî ku em heval Gulan, Sema û Zîlan bi bîr bînin jî , divê em bi soz û pratîka xwe jî têkoşîna xwe bilind bikin. Em ji bo ku bibin xwedî vê têkoşîna bi rumet, em hemû şehîdên xwe dilê xwe de veşêr didin.Di vê esasê em bang li hemû jinên Kurdistanê û hemû gelê kurd dikin ku bila çalakiyên xwe ji her demê zedetir biafirînin.”