Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê sala 1984’an daxuyaniyek da û pêngava dîrokî silav kirin. PAJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew “Cejna Vejînê li Rêber Apo, gel û rêhevalên xwe pîroz dikin.” PAJK’ê da zanîn ku ew di serî de mîmarê berxwedana dîrokî heval Egît û hemû şehîdan bi rumet bibîrtînin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di deme ku nasnameya kurd li Kurdistanê dihate paqijkirin, ku êdî hebûn mîjara nîqaşê bû, bi darbeya 1980’ê re zilm bibû rêbaza jiyanê pêngava 15 Tebaxê pêk hat. Ev pêngava dîrokî şerê ku qezenckirina nasname û hebûnê bû. derketina PKK’ê û bi taybetî jî pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd ji komkujiyê rizgar bibe pêk hat. Piştî salên 1980’ê gerîlayên azadiyê bi pêngava 15’ê Tebaxê bersiva pêwist daye netewperesteiya tirk û netewperstiya hovane û sosyal-şovenî. Pêngava 15’ê Tebaxê di asta siyasî û xeta azadiya îdeolojîk de serkeftî bûye. Bê guman pêngava 15’ê Tebaxê hilberîna gelek hewl danane. Lê heta serkeftina îdeolojîk pêk neyê nedihat fikirîn ku dê pêngava 15’ê Tebaxê biser bikeve. Serkeftina xeta siyasî-îdeoloojî ya PKK’ê ji bo leşkerîbûnê jî bûye derfet.”
PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ GELÊ KURD JI KOMKUJIYÊ RIZGAR KIR
PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku derketina PKK’ê û pêngava 15’ê Tebaxê gelê kurd ji komkujiyê rizgar kiriye û wiha hategotin: “Piştî serhildanên Agirî û Dêrsîmê li gorî hesabên wan kurd miribûn. Lê di 15’ê Tebaxê de kurdan goristan parçekiribûn û kurd ji nûve welidîbûn. Bi 15’ê Tebaxê re îradeyek hatibû qezenckirin. Riya azadiyê vebibû. Ji ber vê li Şemzînan û Erûhê guleya li dijmin hatibû reşandin ne tenê şerê leşkerî bû. Destpêka şerê jiyana azad û vejînê bû. destpêka Ronesansas Kurd bû.”
KURD DÊ CIHÊ XWE BIGIRIN
PAJK’ê destnîşan kir ku di salvegera îsal a 15’ê Tebaxê de ev rastî baştir derketiye holê û wiha hte gotin: “Kurd ku ji bo azadiyê heta dawiyê têdikoşin dikarin cihê xwe li Rojhilatanavîn bigirin . pêngava me ya 1’ê hezîranê jî di asta xeta parastina me ya rewa de pêş ve çûye. Bi 4’emîn dema stratejîk re şerê gel yê şoreşgerî, operasyonên Çelê û Şemzînanê bi serkeftî pêk hatin. Ev pêşketin dê li Kurdistanê pêşveçûnên dîrokî derbixe holê.”
RASTIYA JINÊN KURD JÎ DERXIST HOLÊ
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 15’ê Tebaxê rastiya jinên kurd jî derxistiyeholê û hate gotin: “Di dîroka kurd de Bese û Zarîfe sembolên berxwedanê bûn. Ýsrara azadiyê ya van sembolan bi rastiya berxwedana 15’ê Tebaxê Azîme Demîrtaş, Hanim Yaverkaya, Besê Anuş, Binefş Agal, Gulnaz Karataş, Zeynep Kinaci, Çîçek Kiçî, Rozerîn Mardîn, Arjîn û bi hezaran hevalên domandin û gihiştin şehadetê. Em jî dê berxwedana hevalên xwe zêdetir bikin. Em dê li gorî ruhê 15’ê Tebaxê heta serkeftin pêk were dê li têkoşîna xwe xwedî derkevin. Heta ku hêzên faşîst û paşverû ji welatê me dernekevin têkoşîna me bê navber bidome. Em bi şîara ‘Ji bo Rêber Apo Azadî, Ji gelê kurd re xweseriya demokratîk’ dê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
Di dawiyê de wiha hate gotin: “Di vê esasê de em roja vejînê ya Rêber Apo, gelê xwe û hemû hevalên xwe pîroz dikin. Em bang li hemû kesê dikin ku bila bi çoşa serhildan û berxwedanê vê rojê pêşwazî bikin.”