PAJK: Dîroka komployan li Kobanê qertên xwe yên dawî dilîze
PAJK: Dîroka komployan li Kobanê qertên xwe yên dawî dilîze
PAJK: Dîroka komployan li Kobanê qertên xwe yên dawî dilîze
Partiya Azad a Jinan a Kurdistanê (PAJK) der barê komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan de daxuyaniyek da û got: “Dîroka komployan li Kobanê îro qertên xwe yên dawî dilîze. Niha di navbera hêzên komploger û şervanên rumeta mirovahiyê de şerekî mezin tê meşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew di 16’emîn salvgera komploya navnetweyî de komployê careke din şermezar dikin û got: “Em berxwedana dîrokî ya serokatiya xwe pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên bi çalakiya ‘Hun nekarin roja me tarî bikin’ xwe feda kirin bibîrtînin. Em berxwedana li Rojava û Şengalê pîroz dikin.
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Bê guman 9’ê cotmehê ne komploya yekem û ne jî ya dawî ye. Li dijî Kurdistanê di sedsala 19’emîn de xeleka komployan pêk hatiye.Îro jî bi heman awayî em bi komployên cur bi cûr ve rû bi rûne. Lê cudahiya îro eve ku rastiya serokatiyê ya ku gihiştiye pergaleke alnternatîf ya li dijî komployê xwe rêxistin kiriye. Naskirina dost û dijminan êdî ji zûde tê zanîn. Bê guman vê jî hêzên komploger bi hêrs kriye. Berê xwe dane tevgera azadiyê. Komkujî pêk anîn, koçberkirin, qirkirin. Lê ligel vê pêşî il têkoşîna azadiyê negirtin. Hevala Zilan di 6’ê gulanê de teqîna fedayî pêk anî û ev bû bersivek mezin. Li dijî vê matmayî man. Rejîma Esad hat tehdîdkirin û biryara derxistina serokatiyê girtin. Bi vî awayî 9’ê cotmehê di 15’ê sibata 1999’an de temam bû.
Îro 2014 ye lê li ser axa Rojava ku yekem car komploya 9’ê cotmehê li wir destpêkiribû dîsa komplo tê jiyîn. Hêzên navneteweyî bi plana hevpar DAIŞ’ê bi ser Kurdan de dibin.Navê kesên êrîşê Kurdan kirin her tim guherî lê hêzên komploger yên li pişt wan tu car neguherî.
Dîroka komplogeran îro qertên xwe yên dawî li Kobanê dilîzin. Niha di navbera hêzên komploger û şervanên rumeta mirovahiyê de şerekî dijwar tê jiyîn. Li dijî van êrîşan kesî nekarî berxwe bide, lê Kobanê ev 24 roje berxwe dide.
Kobanê îro li Bakurê Kurdistan û metropolên Rojava zindî bûye. Yên ku îro DAIŞ’ê protesto dikin, ger tên kuştin wê demê xuyaye ku dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê DAIŞ’ê tercih dikin. Ji ber vê yekê divê di serî de jin, ji 7’an heta 70’ê her kes li qadên berxwedanê dengê xwe bilind bikin û tevli berxwedanê bibin.”