PAJK: Bêrîtan li dijî îxaneta Kurd bû lehenga neteweyî
PAJK: Bêrîtan li dijî îxaneta Kurd bû lehenga neteweyî
PAJK: Bêrîtan li dijî îxaneta Kurd bû lehenga neteweyî
PAJK’ê bi wesîleya bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku beriya 23 salan jiyana xwe ji dest da û di avakirina artêşa jinên Kurd de roleke girîng lîstt, daxuyaniyek weşand û got: ‘’Heval Bêrîtan li dijî îxaneta Kurd bûye lehenga neteweyî, ji bo hevala Bêrîtan ‘Jeanne D’Arca Kurd’ hatiye gotin.’’
Koordînasnayona PAJK’ê bi got: “Şehîdên meha Cotmehê yên ku di dîroka azadiya jinan de, bi kesayeta xwe ya pêşeng rol lîstin û bi şêwaza xwe ya jiyanê û rastiya şehadetê bûn kadroyên pêşeng, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dîsa çalakiyên gelê Kurd ên ku îro li ser xeta hevala Bêrîtan a ku bûye sembola xeta parastina rewa, silav dikin.”
Koordînasyoan PAJK’ê bal kişand ser girîngiya meha Cotmehê û meha Cotmehê weke meha ‘şehîdên jin’ bi nav kir. PAJK’ê got: “di vê mehê de berdêlên rastiya şehadetan ên giran hatine dayin. Rêber Apo dibêje ‘netewe û çîna jinan tune ye. Nasnameya wan a gerdûnî heye.’ Ev rastî di şehîdên me yên Cotmehê de xwe daye nîşandan. Ji Kurdan heta Tirkan, ji Elmanan heta Çerkezan, hejaran heta dewlemendan, ji bawer û herêmên cuda, ji ciwanan heta dayikan, ji hemû qad û nifşan di meha Cotmehê de şehîd hene.”
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) di daxuyaniya xwe de got: ‘’Heval Bêrîtan li dijî îxaneta Kurd bûye lehenga neteweyî, ji bo hevala Bêrîtan ‘Jeanne D’Arca Kurd’ hatiye gotin. Li dijî hewldanên teslîmiyetê bû sembola xeta parastina rewa û hêza afirîner a artêşbûna jinan. Hevala Zeyneb bi helbestvanî û wêjevaniyê milîtana ronakbîr û zana bû, bi gotina Rêber Apo ‘Jina zana’ bû. Heval Meryem parlamentereke Kurd li xerîbiyê û weke dayikekê xwediyê hesta welatparêziya bû. Heval Azîme xwezayibûna jinan û kesayeta fermandar a bi hêz û bi bandor a artêşbûna jinan bû. Têkoşînerên jin ên sînonenas Heval Ronahî (Andrea Wolf), Hêlîna Çerkez, Mizgîna Tirk û Candan Tirkmen bûn ruhê piştevaniya jinan û gelan. Heval Rotînda û Kurdê jî li dijî komploya navneteweyî bedena xwe kirin topa ji agir û gotin ‘hûn nikarin rojê tarî bikin’ û bûn sembola dilsoziya bi Rêber Apo re. Hevala me Zinarîn Dêrsim li dijî hemû zorî û zehmetiyan bû parêzvanan têkoşîn û hezkirina zayendê. Fermandara Eyaleta Amedê Heval Hêvîdar fermandara dema deng a têkoşînê bû. Li ser rêya van şehîdên me herî, di vê dema dawiyê de, bi pêşengiya Rêvan Qamişlo, Nêrgiz Cizîr û Rûken Bîngol û hemû hevalên li Geliyê Tiyarê bûn kadroyên pêşeng ên Şerê Gel ê Şoreşgerî.”
PAJK’ê bal kişand ser berxwedana Rojava ya bi pêşengiya jinan û şehîdên Cotmehê û got: “Ji ber vê jî çîroka jinên li Rojava şer dikin bala hemû cîhanê dikişînin. Ji jinên ciwan û nûgihiştî bigire heta jinên temenê xwe diyarî têkoşînê kirine, heta dayikan, jinên îxtiyar her kes ji bo têkoşînê seferber bûne. Jin li gel vê tevlîbûna xwe ya xurt bûn çavkaniya heyecan û motîvasyona têkoşînê. Bi vî rengî bûn pêşengê bi milyonan.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku her çendî bedelên azadiyê zêde dibin, têkoşîn ewqas digihe heqîqetê û wiha hate gotin: “Ji ber ku hembêzkirina wê têkoşînê zêdetir dibe û ew têkoşîn pîroz dibe û dest jê nayê berdan. Li Rojava jî bedelên bi şehîdên meha Cotmehê hatine dayin bi pêşengiya heval Arîn Mîrxan, Gulan Batman, Rojda Qamişlo û Şîlan Rûken bûn hêza parêzvan a Rojava. Ew li ser rêya heval Bêrîtanê meşiyan û gotin ‘pê li cenazeyên me jî bikin em teslîm nebin.’ Her wiha ruhê gerîlatiya serkeftinê jî pêş xistin.”
PAJK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Têkoşîna heval Ronahiya Elman, Candana Tirkmen û Hêlîna Çerkez, her ku diçe têkoşîna biratiya gelan berfireh dibe. Îro jî ev têkoşîn di şexsê Paramaz Kizilbaş de hatiye nûkirin. Îro Kobanê bûye meseleyeke navneteweyî û îro ji hemû gelan tevlî dibin û bi awayekî navneteweyî êrîş têne berterefkirin.”
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku îro li Kurdistanê û bi taybet jî li Kobanê di hemû çeper û sîngeran de hêzên li ser rêya nêrîn û hestên Bêrîtanê dimeşin û got: “Şer bê navber, bêyi ku tu valahiyek li cihek bihêlin berdewam dike. Îro hezkirina şer a di dilê hevala Bêrîtan de, di dilê hevalên me Arîn, Gulan, Şîlan, Zerga, Rojda, Bêrîtan û Ronahî de lê dixe. Em bi hebûna xeta wêrek û fedayî ya hevalên xwe serbilind û bi rûmet in. Hevala Gulan ji aliyê malbata Batmanê ve bi awayekî zanebûn hatiye mezinkirin û di hêza komûtayê de gihiştiye asteke bilind. Vê hevala me ya payebilind, li gel şervanên xwe li qadên herî zor di çeperan de cih girtiye û temenê xwe diyarî şoreşê kiriye. Navê wê yê nemir ê rast hevala me Gulan jixwe bi xeta xwe ya ku pêş xistiye re gihiştiye nemiriyê. Em weke PAJKê bi qasî vê malbata me ya dilsoz û ewqas jî berdêl daye, ji ber şehadeta hevala me û hemû hevalên me yên ku di encama êrîşên xayin de şehîd bûne dilê me gelek şewitiye.
Em bi rêzdarî bejna xwe li ber hevalên me yên ku di şerê mezin ên vê şoreşa mezin de şer dikin, azad dibin û azad dikin ditewînin û em soz didin ku em ê li ser rêya wan bimeşin.”