Nunera KJB’ê: Divê partiyên siyasî ji kotaya ji sedî 40 esas bigirin

Nunera KJB’ê: Divê partiyên siyasî ji kotaya ji sedî 40 esas bigirin

Panela li ser pirsgirêkên jinên Kurd a di konferansa neteweyî ya jinan de berdewam dike. Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Zaxo Zagros ku di panela Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de axivî û wiha got; “Li ser navê hemû gerîlayên jin we silav dikim”. Zagros diyar kir; “Divê di her partiyeke siyasî de, ji sedî 40 kota esas bê girtin.”

Nunera Tevgera Jinên Kurd Koma Jinên Bilind (KJB) Zaxo Zagros beşdarî panela di konferansê de bû û silavên hemû gerîlayên ji li beşdarên konferansê û jinên Kurd kir.

Zaxo Zagros ku di panela konferansê de got: “Li ser navê hemû gerîlayên jin we silav dikim.” Piştî silavên gerîlayan, beşdaran li ser lingan li çepikan xistin û jinan tilîlandin. Di dema çepikan de dirûşima “Jin, jiyan, azadî” hatin gotin.

Zaxo, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di siyaseta netewî de gerek tu divê ji bo parçeyên din neyê qurbankirin û wiha pê de çû; “Her wiha, heta niha di dîroka Kurdistanê de ji bo tesfiyekirina tevgerên kurd di şexsê kesan de polîtîkayên tesfiyekirinê tên meşandin. Niha jî ji bo Serok Apo ev tê kirin. Ji bo ku ev dîrok dûbare nebe, ji bo Serok Apo û girtiyên din azad bibin, divê têkoşîn bên pêşxistin. Nêzikatiya dewletbûnê şaş e. Dewlet azadbûn nîne. Li Bakur hîn Kurdistan azad nebûye lê kota ji sedî 40 e. Lê li başur azadî heye, lê tenê wezîrek jin heye. Divê di her partiyeke siyasî de, ji sedî 40 kota esas bê girtin.”