Di roja duwemîn a Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî de Delegeya Bakûrê Kurdistanê û KADEP’ê Yuksel Avşar axivî û got; “Ya ku Kurdistanê azad bike jî, dê jina kurd be.”
2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd a li Hola Sead Ebdullah a Hewlêrê ku duh dest pê kir, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ didome.
Delegeya Bakûrê Kurdistanê û Nûnera KADEP’ê Yuksel Avşar, destnîşan kir ku jinên kurd heta niha ji ber faşîzmê gelek êş û elem kişandine, niha jî ev berdewam dike.
Avşar, got ku kir ku jinên kurd digel her tiştî aştiyê dixwazin. Yuksel, çend gotinên pêşiyan ên wekî “Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” wek mînak da. Yuksel, da zanîn ku 20 dewletên ereban hene, lê jin li van welatan azad nînin. Yuksel destnîşan kir ku jinên kurd birakujiyê naxwazin û wiha pê de çû: “Li Suriyeyê statuya kurdan pir girîng e. Di vir de rola jinê pir girîng e. Ya ku Kurdistanê azad bike jî, dê jina kurd be. Ez di wê baweriyê de me ku dê ev konferans bibe hêviya yekîtiya me jinan.”