Beriya vegera Trump ji Koreya Bakur ceribandineke nû ya fuzeyên balîstîk

Koreya Bakur hefteyek beriya ku Serokê DYE'yê Donald Trump dest bi wezîfeyê bike, çend ji fuzeyên balîstîk ceriband.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Koreya Başûr ragihand ku fuze bi dema herêmî saet di 09:30'î de hatin avêtin û beriya ku bikevin deryayê bi qasî 250 kîlometreyî çûn. Fuzeyên ku li Derya Japon (Derya Rojhilat) ketin, li herêmê bûn sedema bilindbûna tansiyonê.

Serokwekîlê Koreya Başûr Choi Sang-mok avêtina fuzeyan şermezar kir û diyar kir ku ev 'provokasyonên' Koreya bakur binpêkirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Choi got, "Seul wê bi sekneke xurt a ewlekariyê û li ser bingeha tifaqên bi DYE'yê re bi biryardarî bersivê bide van provokasyonan."

Li gorî AFP'ê, Serokê Zanîngeha Lêkolînan a Koreya Bakur a li Seulê Yang Moo-jin diyar kir ku ev ceribandina fuzeyan ji bo wê yekê ye ku beriya dema nû ya Donald Trump zextê li DYE'yê bike.