Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne bibînin, serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêber Apo ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne bibînin, serlêdaneke nû kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo dîtina Rêber Apo serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdana hevdîtinê kirin.
Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê bi rêk û pêk û bi rengekî kêfî têne astengkirin. Piraniya serlêdanan jî bê bersiv têne hiştin.