Rêveberiya demkî ya Şamê wê li Enqereyê hevdîtin pêk bîne
Rêveberiya demkî ya ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad li Şamê ava bû, diyar kir ku ew ê serdana xwe ya yekemîn di asta bilind de li Enqereyê pêk bînin.
Rêveberiya demkî ya ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad li Şamê ava bû, diyar kir ku ew ê serdana xwe ya yekemîn di asta bilind de li Enqereyê pêk bînin.
Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya demkî ya HTŞ’ê Esad Hasan Şeybanî, li ser hesabê xwe yê X’yê got, “Ji bo em Sûriyeya nû temsîl bikin, îro em ê serdana xwe ya fermî ji bo Komara Tirkiyeyê ku ev çend sal in gelê Sûriyeyê bi tenê nehiştiye, bikin.
Hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve Esed Hasan Şeybanî, Wezîrê Parastinê Mûrhaf Ebû Kasra û Serokê Îstixbaratê Enes Hattab wê beşdarî serdanê bibin.
Ev serdana ku hatî ragihandin, piştî çend serdanên heyetên Şamê ji bo welatên Ereb pêk tê.