Nobeda li Strasbourgê ji aliyê Koma TJKE ya ji Hollanda ve tê meşandin
Nobeda li Strasbourgê ji aliyê Koma TJKE ya ji Hollanda ve tê meşandin
Nobeda li Strasbourgê ji aliyê Koma TJKE ya ji Hollanda ve tê meşandin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasbourgê hat destpêkirin, bênavber dewam dike.
Di roja 847. de jinên endamên TJKE yê ji Hollandayê hatin, nobeda ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve tê girtin, dewir girtin.
Endamên koma çalakger, ku her roj bi diyaloga bi dehan kesî re der heqê hewldanên Ocalan ên aştiyê de agahiyan didin, anîn ziman ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî çalakiyê bûne. Kom wê hefteyekê nobedê bigire. Di çalakiyê de wê broşurên li ser biyografiya Ocalan bên belavkirin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom bikin. Çalakgeran diyar kirin ku ew dixwazin der heqê komkujiyên li Rojava, Şengal û Kobanê de jî agahiyan belav bikin û bala raya giştî bikişînin ser mijarê.
Endamên komê, bêdengiya welatên Ewropayê û hêzên koalîsyonê li komkujiyan û israra hikûmeta AKP'ê ya di hevkariya bi çeteyan re şermezar kirin û bi silavkirina berxwedana Kobanê, çalakiya nobedê dewir girtin.
Çalakiya Nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, heftê heft rojan saet di navbera 07:30 û 17:00 de bênavber dewam dike. Heta niha bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûne, bi sed hezaran belavok, broşur, pirtûk hatine belavkirin û 18 hezar îmze hatine komkirin. Çalakiya li Strasbourgê çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye.