'Nobeda j Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasbourgê, ji aliyê jinên endamên Tevgera jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) yên ji bajarê Elmanya Bonnê hatine, tê meşandin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de bi daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, tevî şert û mercên neyînî yên hewayê jî ev 974 roj in bê navber dewam dike. Nobeda ku ket hefteya xwe ya 140. ji aliyê jinên endamê TJKE yên ji bajarê Elmanya Bonnê hatiye ve tê meşandin.
Endamên TJKE her roj bi dehan kesî re diyalogê datînin û der barê hewldanên Ocalan ên aştiyê de agahiyê didin.
Di daxuyaniya li ser navê komê de hat gotin, "Ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî em beşdarî vê çalakiyê bûn. Yê ku jin ji rewşa girtî ya malê, ji koledariyê rizgar kir, ew azad kir, di nava civakê de li cihekî rûmetdar bicih kir, bi qasî ku karibe artêşa xwe ava bike bawerî da jinê, Rêber Apo ye. Û haya jinê jê heye ku ew bi saya Rêber Apo hatine vê rewşê. Lewma ji bo azadiya Rêber Apo wê bi eşqeke mezin têkoşîna xwe dewam bikin."
'ÊŞA GELÊ KURD DIJÎ DIŞIBE JANA JI DAYIK BÛNA BEBEKEKÎ'
Ji endamên komê, ku temamiya wê jinên Rojavayî ne Neceh Mûhammed, dewletên cîhanê yên li pêşberî komkujiyên li Rojava di rewşeke temaşevan de ye, rexne kir. Mûhammed anî ziman ku ya gelê Kurd dijî, dişibe jana ji dayik bûnê ya bebekekî û got, "Lê belê serketina bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ'ê li Kobanê bi hêza cewherî bi dest ket, serê me jinên Rojavayî di têkoşîna rûmetê ya jinên Kurd de bilind kir."
'EZ HATIM EWROPAYÊ LÊ DILÊ MIN LI ROJAVA MA'
Ji endamên komê Marîcan Qero ya berî 7 mehan hat Ewropayê got, "Ez hatim vê derê, lê belê dilê min li wir e. Keç û kurê min li cem gelê xwe yê rastî zilma çeteyên bê esîl hatin, dimînin. Ji ber ku zarokên min li Ewropayê hebû, şensê min ê hatina vir hebû. Lê belê yên li wir dimînin bi ewqasî bi şens nînin, ji ber ku min dît ku jinên me bi saxî hatin şewitandin, bi saxî serê mirovên me hatin jêkirin. Malbata min belav bû, keç û kurekî min li wir man. Hingî li wan difikirim, xew li min heram bûye."
BANGA XWEDÎDERKETINA LI NOBEDÊ LI CIWANAN HAT KIRIN
Çalakgerên Nobeda Berxwedanê bi taybetî bang li ciwanan kirin ku xwedî li çalakiyê derkevin. Endamên TJKE, mehê herî kêm carekê nobeda ji Ocalan re azadî digirin.
Di çalakiya ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, heta niha zêdeyî 600 kes bi 140 koman cih girtin. Nûnerên saziyên Kurdistanî, hunermend, xebatkarên çapemeniyê û gelek dostên Kurdan ên Ewropî jî beşdarî çalakiyê bûn.