Di sê salan de carekê “Konferansa nivîskarên Şanoyên Jinan a Navnetewî” ji 51 welatan 260 heskiriyên nivîskarên çanda Şanoyê li Stockholmê tên ba hev. Di nava nivîskar û hûnermendên ku tevlî konferansê bûne, ji Tiriyeyê jî Zeynep Kaçar û ji Başûrê Kurdistanê jî Gazîza Omer Elî tevlî bûn. Ji bo handana nivîskarên şanoyên jin konferansa ji bo ceribandin û tecrûbeyên bi armanca parve bikin, îsal bi “Sehneya Demokratîk” hate nîşandan.
Di konferansê de nivîskar û derhênera jin a ku 26 salî ya ji Misirê Sondos Shabayek ya ku serhildana Qada Tahrîrê raxistî ser dikê “Monologa Tahrîr” rastî eleqeyek mezin hat. Sondos Shabayek bi xwe jî 18 rojan li Qada Tahrîrê derbas kiriye. Nivîskar diyar dike ku bi giştî şanoya ku wê amade kiriye, ji kesên ku li Qada Tahrîrê berxwedanê girtiye û armanca wê ew bû ku ruhê şoreşê bi hêvî û bêhêviyê, hêz û bêhêzî bi awayeke hûnerî pêşkêşî gel bike.
Li DYA’ a yê kolektîfên jinan bi çêkirina “Guerilla Girls on Tour” ê jin ji bo nijatperestî û cudakariya di civakê de derbixin holê bi xwe xwe maskeyên ku dane ber çavên xwe leyîstoka xwe pêşkêş kirin.
Nivîskar û hûnermenda şanoyê ya ji Başûrê Kurdisanê Gazîze Omer Elî ku di “Fesrîvala 1’emîn Şanoya Amedê de” hêjayê xelata nivîskara jin a herî baş Piyesê hat ditîn, diyar kir ku ev konferans bû mijara şanoya ku rewşa kurd û pêşketinên siyasî û civakî yên li Başûrê Kurdistanê diqewimin. Elî ya ku li Başûrê Kurdisatanê yek ji hûnermendên şanoyên yên destpêkê ye, çavderî û nêzîkatiyên xwe yên ji jinan re raxist ber çavan. Elî anî ziman ku pêwîst e jin li hemberî polîtîkayên li ser jinên di Piyesê de cih girtin û pêkûteyên civakê tekoşîneke xurt û aliyên xwe yên berxwedêr derbixin holê. Elî destnîşan kir ku urf û edet li gel nirxên jinê cih digrin û wiha axivî: “Jin ne azadin, girêdayî zilaman e. Zilam bi giştî makeqanûn û urfan ji bo jinan bixin bin bandore xwe û serê wan bitewînin bi kar tînin. Li hemberî van pêkutiyan armanca min ew e şanoyan bidim xebitandin, ji bo ku jin zana bibin û bigihêjin azadiya xwe.”
Elî destnîşan kir ku piştî li Başûrê Kurdistanê rêveberiya xweseriyê hat avakirin jin bêtir li dîjî desthilatdariya pergala zilaman serî radikin û wiha got: “Jin bêtir dixwazin di nava jiyana siyaset û civakî de cih bigrin. Jinan hinek serkeftin bi dest xistine. Niha li hinek daîreyên dewletê jin anîne li ser rêveberiyê. Di parlamento û lijneya wezîran de gelek jin cihê xwe digrin. Jin di aliyê civakî û qadên kar de jî karên giring kirine. Hêjmara jinên ku rojnamevaniyê dikin û yên bi wêje, hûner û şanoyê ve mijûl dibin zêde bûye. Li gel kêmasiyan ev ya bu xwedî roleke ku di Kurdistanê de pergaleke demokratîk were avakirin.”
Elî bi lêv kir ku serhildana Rojavayê Kurdistanê di gelê kurd de heyecaneke mezin çêkir û wiha domand: “Ez bi hêvî me gelê me yê li wê derê weke Başûrê Kurdisanê rêveberiya xwe bidin avakirin. Ez bang li hemû hûnermed û rewşenbîran dikim ku xwedî tekoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê derbikevin.”
Nêzî 600 nivîskar pêşniyar kirin ku di konferansê de piyesî bên xwendin. 107 piyesên ku joriya navneteweyî rêkirî bûn hate biryar girtin ku bên xwedin. Nivîskar û hûnermenda şanoyê Zaynep Kaçar berhema wê ya bi navê “Medîne” jî di nava piyesên ku bê xwendin de bû. Di dika mezin a Şanoya Başûr de çar hûnermendên Swêdî berhema Kaçar a bi navê “Medîne” di piyesê de xwendin. Piştî berhema Kaçar di Piyesê de hate xwendin, diyar kir ku beriya Komarê şanoyeke ji aliyê jin de hatî nivîsandin û xwendin tune ye. Di salên 1970 de gava rêxistinên sosyalîst derketin hole gelek jinên feminist yên weke Bîgesu Erenus û Adalet Agaoglu nivîskarên piyesê derxistin holê. Kaçar da zanîn ku ji sala 2008’an heya niha weke alternatîf di şanoyan de bicihkirina jinên nivîskar alikariyeke mezin heye.
AKP TECAWIZÊ REWA DIKE
Kaçar destnîşan kir ku di serdema hikûmeta AKP’ê de qetilkirina jinan hê bêhtir zêde bûye û diyar kir ku kujerên ku jinan qetil dikin jî ji hêla hikûmetê ve tên xelatkirin û ev jî wekî xetereyekî mezin bi nav kir. Kaçar bi lêv kir ku li Tirkiyeyê salê 200 jin tên qetilkirin û rewakirina qetilkirina jinan ya ji hêla darêzê ve jî rexne kir. Kaçar diyar kir ku pêşniyara Serokwezîr Erdogan a ji bo jinan ya 3 zarokan bînin jî rexne kir û ev tişt anî ziman: “Serokwezîr bi vê helwesta xwe jinan ji jiyana civakî dûr dixe. Li gorî lêkolînên li Tirkiyeyê, jineke ku 3 zarokan bîne, ne mumkun e ku di qada civakî de karekî bike. Ev jî jinê ji jiyana civakî qut dike û bi mêr re dide girêdan. Ev bi gotinên wekî ‘namûs’, ‘exlaq’ û ‘hebûna jinê bi mêrê wê re girêdayî ye’ piştgiriyê dibîne.”
Kaçar herî dawî bertekên xwe yên derbarê peywîrkarkirina Sedat Selîm Ay ya di alikariya Muduryeta Stenbolê de jî anî ziman û desthilatdariya AKP’ê bi vê hewldana xwe dîsa îşkencê û tecawizê rewa dike.