Nivîskara Îrlandayî Maeve Binchy jiyana xwe ji dest da

Nivîskara Îrlandayî Maeve Binchy jiyana xwe ji dest da

Nivîskara navdar a Îlrandayî Maeve Binchy ji ber nexweşiyekê di 72 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Nivîskara Îrlandayî Maeve Binchy a ku li Dublinê ji dayîk bûye, pirtûkên wê yên çîrok û romanan li 37 zimanan hatiye wergerandin û 40 milyon hatine firotin.

Di nava van pirtûkan de pirtûkên weke “Ji bo Min Xweziyek Bixwaze” (Light a Penny Candle), Kolana Jinên Tenê (Tara Road) û “Xeleka Hevalan”(Circle of Friends) pirtûkên wê yên navdar in.

Binchy bi mamostatiyê dest bi kariyera xwe kiribû, piştre bi rojnamevanî û nivîskarî berdewam kir.

Romana wê ya yekemîn “Ji bo Min Xweziyek Bixwaze” di sala 1982’yê de nivîsand û wê demê ew bi xwe 43 salî bû. Di wê demê de di rojnameya bi navê Irish Times de dixebitî û di demê xwe yê vala de ev pirtûk nivîsand.