Xwendekara Erasmus a bi navê Sevîl Sevîmlî ku li Franseyê dijiya, ji bo guhertina bernameyekê hat Eskîşehîrê. Ji ber ku beşdarî konsera Grup Yorûm û mitînga 1’ê Gulanê bû, di 9’ê gulana 2012 de di encama operasyonekê de hat binçavkirin. Bi îdîaya “Endama rêxistina terorê ye” şandin Girtîgeha Eskîşehîrê. Nerazîbûnên navneteweyî yên li hemberî vê yekê li ser malpera Avaaz.org hatibû destpêkirin berdewam dike û heta niha 10 hezar kes îmze kir.
Çapemeniya Frensî jî nerazîbûnek tund nîşanî girtina Sevîmlîyê da. Ji bo Sevîmlîya 19 salî Komîteya Piştevaniyê hat sazkirin.
Sevîmlî di meha gulanê de hat girtin û ji ber hincetên heta niha nayên zanîn di girtîgehê de ye. Rojnameyên Liberation û Le Monde jî bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir ku Sevîl serbest bê berdan.
Heta niha 10 hezar kes kampanyaya bi navê “Ji Sevîl Sevîmlî re Azadî” ya li ser malpera înternetê ya www.awaaz.org hatiye destpêkirin îmze kirine. Ji vana, ji Franse 7583, ji Tirkiye 667, ji Belçîka 145, ji Kaneda 113, ji Almanya 94, ji Amerîka 74, ji Îngilîstnê 67, ji Swêd 59, ji Spanya 37, ji Awistralyayê 35,ji Polonya 20, ji Îtalyayê 20, Awisturya 16 û ji welatên din jî 347 kes îmze kirin.
Îmzeyên ku bêne berhevkirin dê ji Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdgaon, Wezareta Dadê ya Tirk û Wezaretên Derve yên Frensî û Tirk re bêne şandin.