Navnîşana çareseriya pirsgirêkên jinan: Komîteyên Edaleta Civakî
Navnîşana çareseriya pirsgirêkên jinan: Komîteyên Edaleta Civakî
Navnîşana çareseriya pirsgirêkên jinan: Komîteyên Edaleta Civakî
Komîteya Lihevhatin û Edaleta Civakî ya girêdayî Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê li bajarê Hesekê di salekê de 144 dozên jinan çareser kir.
Endamên Komîteya Lihevhatin û Edaleta Civakî ya girêdayî Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê li Bajarê Hesekê diyar kirin ku di sala 2013`an de bi giştî 207 dozên girêdayî jinan gihiştine ber destê wan. Komîteyê da zanîn ku wan di salekê de 144 doz li gorî qanûnî û pîvanên civakî û exlaqî çareser kirine.
Li gorî Komîteyê wan heta niha 100 dozên der barê nakokiyên navmalî, 5 dozên mîratê, 11 dozên cihêbûn û dozeke der barê bazirganiya jinan jî çareser kirine. Her wiha hate zanîn Komîteyê 24 doz radestî Dadgeha Gel, 14 doz radestî Asayîşa Jinê û 12 doz jî radestî Komîteya Biratiya Gelan kirine.
Rayadarên Komîteyê diyar kir ku ew destpêkê dozên ku têne ber destên wan lêkolîn dikin û piştî ku li herdu aliyên dozê guhdarî dikin, li gorî pîvan û exlaqên civakî dozan çareser dikin. Endamên komîteyê, doza jina bi navê N.M ku hevjînê wê bi çakûçê lêxistibû, destên wê mêx kiribûn û zarokên wê jê sitandibûn wek mînak anîn ziman û diyar kirin ku wan doz çareser kirine û zarokên jinê lê vegerandine.
Rêvebera Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê a bajarê Hesekê Zeyneb Abdela diyar kir ku piraniya dozên ku têne navenda wan ên nakokiyên navmalî, mîrate, cihêbûn û nakokiyên din yên civakî ne.
Abdela diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêkên jinan çareser bikin, rê li pêşiya tundiya li dijî jinan bigrin û mafên wan biparêzin. Abdela da zanîn ku ew her wiha li Navendê jinan di hêlên zanist û ramanê de perwerde bikin.
Zeyneb Abdela diyar kir ku gelek jinên bajarê Hesekê yên ji hemû pêkhateyan serî li navenda wan didin û pirsgirêkên xwe ji wan re dibêjin.