Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda vebû
Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda vebû
Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda vebû
Şaredariya Sûrê ya Amedê, bi merasîmekê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda vekir. Merasîma vekirina navendê ku li Mala Amedê ya dîrokî pêk hat rastî eleqeyeke mezin hat.
Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda ya Şaredariya Sûrê, ku dê li Kolana Gokalp a taxa Ziya Gokalpê xizmetê bide, bi merasîmeke bi beşdariya jinan hat vekirin.
Di merasîma vekirinê de Alîkara Şaredarê Sûrê Azîze Kûtlû, nûnerên BDP, saziyên jinan û gelek welatî amade bûn. Alîkara Şaredarê Sûrê Kûtlû di axaftina xwe ya li merasîmê de diyar kir ku Navenda Şêwirmendiya Jinê dê li taxa wan wezîfeyeke girîng bicih bîne û valahiyeke mezin dagire.
Kûtlû ragihandin ku bi armanca parvekirina pirsgirêkên jinan navend hatiye vekirin û dê şêwirmendên sosyolog li vê derê wezîfeyê bike."
Li dû axaftinê, Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda ji xizmetê re hat vekirin.