Li Endonezyayê volkan teqiya: Bi hezaran kes têne veguhestin
Rayedarên Endonezyayê roja Pêncşemê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji ber teqîna volkanekî bi hezaran kesên li giraveke rojhilatê vî welatî veguhestine.
Rayedarên Endonezyayê roja Pêncşemê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji ber teqîna volkanekî bi hezaran kesên li giraveke rojhilatê vî welatî veguhestine.
Çiyayê Ibu yê li girava Halmahera ya li eyaleta Maluku ya bakurê Endonezyayê roja Çarşemê teqiya. Bi qasî çar kîlometreyan dû bi ser çiyê ket.
Saziya jeolojiyê ya Endonezyayê di asta herî bilind de hişyariyek weşand. Li ser vê yekê ji bo veguhestina 3 hezar kesên li nêzî volkan bang hate kirin.
Sibeha Pêncşemê ji gundê herî zêde nêzî volkan 517 kes hatin veguhestin, tê payin ku şêniyên mayî jî piştî nîvro bêne veguhestin.
Li Endonezyayê ku welatekî ji giravan pêk tê û li ser Xeleka Agir a Pasîfîk e, tim û tim bûyerên sîsmîk û teqîna volkanîk rû didin.
Liv û tevgera volkanîk a li çiyayê Ibu ku nêzî 700 hezar kes lê dimînin, erdhejên ji meha Hezîranê û vir ve rû didin, zêde kir. Volkan ji destpêka sala 2025'an û vir ve 9 caran teqiya.