Nalîn Yûsif: Jin azad nebe civak jî azad nabe

Nalîn Yûsif: Jin azad nebe civak jî azad nabe

Bi pêvejoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinên kurd her ku diçe hîn zêdetir xwe bi rêxistin dikin û sazîbûna xwe zêdetir dikin. Yek ji saziyên ku xwedî li jinan derdikeve û li hemberî paşverûtiya civakê têdikoşe Saziya Mala Jinê ye. Endama Rêveberiya Yekitiya Star Nalîn Yûsif diyar kir ku weke mala jinê deriyê wan ji hemû jinan re vekiriye û got, "Em xebatên xwe li ser du ligan didin meşandin. Yek bi rêya nîqaşan û perwerdeyê guhertina civakê, ya dudiyan jî bi rêya huquqî çareserkirina pirsgirêkên jin e"

Li Rojavaya Kurdistan ji aliyekî ve şoreşa siyasî pêk tê û gelên Rojavayê Kurdistanê ji her demê zêdetir di nava demokrasiyê de dijîn, ji aliyekî din jî şoreşek civakî ku jin serkêşiya wê dike pêk tê. Rêxistin û saziyên jinan xwedî li jinan derdikevin û wan li hemberî paşverûtiyên civakê diparêzin. Yek ji wan saziyan, saziya Mala Jinê ye. Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Nalîn Yûsif der heqê rastiya ku jin rojane pê re rû bi rû dimîne, xwedî derketina Mala Jinê li jinên sitembar û têgîhiştina serdestiya zilam nerînên xwe ji ANHA'yê re vegot.

Nalîn Yûsif balkişand ser zihniyeta desthilatdar a zilam ku bi hezaran salan e li ser tevahiya civakê, lê bi taybet ji destpêka sazîbûna vê zihniyetê ve dijberiya li hemberî jinan ku di bin navê ol û namûsê de her cûrên tûndîtiyê kiriye û got: "Gelek jin rojane bi her cûre tundiyê re rû bi rû dimînin. Heta demek kurt jî tu sazî yan jî kesên ku li wan xwedî derbikevin ango ew biparastina tune bûn. Dadgehên sîstema desthilatdar ne ji bo jin, lê her tim li dijî jinan digihîştin biryaran. Ev yek di nava jinan de şikandin û bêbawerî dida avakirin.

‘JINÊ TI CARÎ XWE NEXISTIYE, YÊ JIN XISTIYE ZÎHNIYETA DESHILATDAR A ZILAM E’

Nalîn Yûsif destnîşan kir ku jinên xerab nînin, lê jinên ku ji aliyê pergala desthiladar ve hatine xistin, tên bikaranîn û axaftina xwe wiha domand: "Jinên ku ji aliyê zilam ve hatine xistin an jî hatine firotin gelek in. Gelek caran ev zilam an bav, bira an jî hevserê wan e. Malên ku jin tê de tên bazarkirin ji dîrokê heta roja me ne bi destê jinan, lê bi destê sîstemê ango zilam hatine avakirin. Lê jin ji ber têgihîştina namûsê, fişarên civakî û bê alternatîfbûnê bê deng mane û serê xwe tewandine. Jinên ku li hemberî vê yekê derketin jî ti cara piştgirî ji kes, malbat an jî saziyan negirtine. Berevajî vê yekê jin her tim hatine tewambarkirin, ji ber vê jî em dibêjin tu jinê xwebixwe xwe nexistiye, yê jin xistiye zihniyeta desthilat a zilam ku tevahiya civakê pê hatiye terbiyekirin."

JIN AZAD NEBE, CIVAK JÎ AZAD NABE

Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Nalîn Yûsif di axaftinên xwe de diyar kir ku ger jin azad nebe wê civakek jî azad nebe, ji bo vê jî divê di destpêkê de jin xwe birêxistin bike, perwerde bike û divê jin di hemû aliyan de  dikaribe hem xwe bike hêz, xwe bi parêz û hem jî jin bê parastin, lê ji ber ku ji aliyê ahlaqî û çandî pir bi civakê  hatiye lîstin, civak bi zane bûn di aliyê zanistî û dîrokî de xizan hatiye hiştin. 

DERIYÊ ME JI HER JINÊ RE VEKIRIYE

Yûsif ragihand ku ev yek herî zêde bandora xwe ya neyînî li jinan dike û anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li nava malbatê yên weke destavêtin, destdirêjî, lêdan û gelek pêkanînên derveyî mirovahiyê, jin rojane serî li wan dide. Yûsif axaftina xwe wiha dewam kir:  "Em weke Mala Jinê, deriyê xwe ji her jinê re vedikin û em xebatên xwe li ser du ligan didin meşandin. Yek bi rêya nîqaşan û perwerdê guhertina civakê, ya dudiyan jî bi rêya huquqî çareserkirina pirsgirêkên jin e"

Yûsif da zanîn ku tevî bûyerên destavêtin û her cûreyên tundiya ji aliyê bav, bira û ferdên din ên malbatê jî jin, ji ber tirsa malbatê û têgihiştina namûsê û kuştinê bêdeng dibînin. Yûsif bang li hemû jinên di nava pirsgirêkên xwe de difetisin kir û anî ziman ku deriyê wan ji hemû jinên bi van pirsgirêkan re rûbirû ne, vekiriye.

PÎVAN; EXLAQÊ AZADÎ Û WEKHEVIYÊ YE

Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Nalîn Yûsif da xuyakirin ku di nava salekê de li herêma Cizîrê ji bo çareseriyê 363 bûyer hatinê berdestê wan ku ji van jê 8 kuştin, 7 destavêtin, 16 destdirêjî, 9 revandin, 143 lêdan, 76 berdan, 82 xapandin, 12 narkotîk, 4 sîmsar û 6 dizî bûn.  Yûsif got her çi dibe bila bibe wê jinên ku serî li wan dane, ji aliyê wan we hatine parastin û ewê bi berdewamî wan jinan biparezin. 

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî Nalîn Yûsûf got ku ew destpêkê bi nîqaş û perwerdan ango li gorî exlaqê azadî û wekheviyê bi hemû kesên ku bi pirsgirêkê re eleqedar dibin û qanihkirinê esas digirin. Ger ev yek nebe çareserî wê demê ew di rêya dadgeha gel û hiqûqê li mafên jinan xwedî derdikevin û di pêvajoya hiqûqî de jî jinan tenê nahêlin û du endamên wan heta dawiyê di dadgehê de weke parêzerên jinan cih digirin û jinê diparêzin.    

MAFÊ JINÊ DI DADGEHA GEL DE

Yûsif di axaftinên xwe de anî ziman ku di dadgehên pergala dewletê de tu maf ji jinan re nehatibû dayîn, lê bi têkoşîna jinê re îro di dadgeha gel de gelek maf ji jinan re hatine dayîn û li ser esasê exlaqa pozîtîf dozên jin tên destgirtin û hin mafên jin di aliyê hiqûqî de wiha rêzkir. 

“Di dozên berdanê de zarok heta 15 saliya xwe aydî jin e, jin nîv bi nîv xwediyê mal e, divê zilam hem malê ji jinê re bigire û hem jî her meh maş bidê. Di dozên lêdanê de ya cezayê peran ku ji bo menfatên jin tê dayîn, anjî cezayê zindanê li zilam tê birîn.”

Di dawiya axaftinên xwe de Nalîn Yûsûf destnişankir ku li ser daxwaza jinan doz ji rayagiştî û ragihandinê re girtî pêk tên. Di heman demê de diyarkir ku gelek projên wan ji bo parastin û xwedî derketina jinan hene û wê di pêşerojê de bi rayagiştî re parvekin.