Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hatî qetilkirin, hate bîranîn

Endamên Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hatî qetilkirin, bi bîr anîn.

Li taxa Bextiyarî ya li bajarê Silêmaniyê, li cihê ku nivîskar, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel lê hatî qetilkirin, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi amadebûna Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK), Kongra Star û dayikên laçik spî, deste gul hatin danîn.

Di merasîmê de bê navber dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate berzkirin.

Hêjayî gotinê ye nivîskar, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmeha 2022’yan li Silêmaniyê di êrîşek terorî ya ji aliyê MÎT’a Tirkiyeyê ve li ber mala xwe hate qetilkirin.